MERSÎN – Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) çalakiyên xwe yên li dijî komploya 9’ê Cotmehê didomînin. Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku li Mêrsîn/Akdenîzê li du nuqteyên cuda çalakî li dar xistine. Her wiha diyar kirin ku Yekîneyên YCWK’ê 6’ê Cotmehê saet di 21.40’an de li dijî Fabrîqeya Vezîvirandinê ya Alperen a ku bi dijmin re hevkarî dikir çalakiyek şewitandinê li dar xistine, her wiha saet 22.10’nde jî li taxa Çîlekê kamyoneke endamê MHP’ê Huseyîn Bozkurt şewitandine.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
Divê her kes bizane ku heta tecrîda li ser Rêber APO bi dawî nebe û çeteyên faşîst ên dagirker axa Kurdistanê neterikînin wê çalakiyên me bidomin. Divê her kes bizane ku em ê bersivê bidin êrîşên TC ku van rojên dawî yên li hemû bajarên Kurdistan û li dijî Rojava hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de yekîneyên me yên YCWK’ê li Mêrsîn Akdenîzê du çalakiyên cuda li dar xistin. 6’ê Cotmehê saet 21.40’an li Mersîn Akdenîzê li dijî fabrîqeya vezîvirandinê ya Alperen a ku hat tespîtkirin bi hêzên dijmin re hevkariyê dike çalakiyek hatiye lidarxistin. Dîsa li Taxa Akdenîz Çîlek a Mêrsînê 6’ê Cotmehê saet di 22.10’an de qemyona kesê bi navê Huseyîn Bozkurt ê ku hat diyarkirin bi MHP’ê re hevkariyê dike hat şewitandin û îmhakirin. Her du çalakî jî ji bo bersivdayîna komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û êrîşên li dijî Rojava hatin lidarxistin.
Bijî Serok APO
Bijî YCKW