HELEB – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê bi meşeke meşaleyî tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezar kir. Meş bi dirûşma “Cenga azadiyê ser bixin û Kurdistanê rizgar bikin” hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan, her wiha pankartên bi nivîsên “Dem dema azadiyê ye” hatin hildan.
Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi dawî bû. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê endama tevgerê Rûbarîn Osmanî daxuyanî xwned. Di daxuyaniyê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.
Ciwanan di dauxyaniyê de got dê têkoşînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker xurt bikin û êriş wekî berdewama Komploya Navneteweyî bi nav kir.
Mitîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.