NAVENDA NUÇEYAN – Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd wê 10’ê Cotmehê li 74 navendên li çar aliyên cîhanê bi hevdemî civînên çapemeniyê bêne lidarxistin. 74 bajar nîşaneya temenê Rêber APO. Nûnerên sendîka, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst, jin, ciwan, rêxistinên civakî yên sivîl, komên hawirdorparêz, xwediyên xelata aştiyê Nobelê, fîlozof û nivîskar jî wê tevlî daxuyaniyên çapemeniyê bibin.
Unite the Union ku sendîkaya herî mezin a li Qraliyeta Yekbûyî û Îrlandayê ye, têkildarî daxuyaniya çapemeniyê ya li Strasbourgê daxuyaniyek da, ku pêngav wê li wir destpê bike.
Sekretera Giştî ya Sendîkayê Chrîstîne Blower ku di heman demê de ji rêvebera kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ye, her wiha midûrê navneteweyî yê sendîkayê Sîmon Dûbbîns daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bi bîr xistin ku 10’ê Cotmeha 2023’an wê li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê saet di navbera 13:00-14:00 de civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.
ŞERTÊ JI BO DESTPÊKIRINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ
Rêveberên sendîkayan diyar kirin ku bi vê civîna çapemeniyê dê kampanyayeke nû ya navneteweyî bê destpêkirin û wiha hate gotin: “Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya Sendîkayên Brîtanyayê ku di sala 2016’an de hat avakirin û 16 sendîkayên neteweyî û navenda giştî ya TUC’ê li hev dicivîne, we bi lezgînî vedixwîne vê civîna çapemeniyê.”
Li gorî daxuyaniyê esasê kampanyaya nû ya navneteweyî ew e ku ji bo li Tirkiyeyê û herêmeke berfireh pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê bike, weke şertê destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gel vê yekê daxwaza herî lezgîn jî ew e ku dawî li tecrîda girangirî ya li ser Birêz Ocalan bê anîn ku nêzî 3 sal in di nav de tê ragirtin.”
DIVÊ DAWÎ LI VÊ TECRÎDA METIRSÎDAR BÊ ANÎN
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hiqûqa Tirk û hiqûqa navneteweyî bi rengekî şênber hate binpêkirin û têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re hate qutkirin (…) Malbata wî, hevalên wî, parêzerên wî û bi milyonan Kurd ji ber ewlehî û tenduristiya wî bi fikar in. Ji bo dawî li vê tecrîda metirsîdar bê anîn divê em di asta navneteweyî de zextê bikin.” Unite the Union ji bo piştevaniya kampanya nû ya navneteweyî bang kir û got, “Kampanya wê bi beşdariya rayedarên hilbijartî, rêveberiyên herêmî, partî û tevger, sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr û yên din, daxwaza destûra hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran û malbata wî re bike, her wiha bixwaze ku ji bo çareseriya siyasî, demokratîk û wekhev a pirsgirêka Kurd a bi dehan salan, di nava şert û mercên guncav de ku karibe bi rola xwe rabe, Ocalan bê berdan.”