KOBANÊ – Îro Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kobanê li ser komploya navnetewî a li dijî Rêber Apo ya ku di 9’ê Cotmehê sala 1998’an de hatibû dest pê kirin seminerekî da. Semîner ji nêzî 100 xwendekarên refên amadeyî yên dibistana Şehîd Hogir re hat dayîn. Di semînerê de xwedîderketina fikrê Rêber Apo û berpisyartiya xwendekaran hate diyar kirin. Piştî semîner xwendekaran bi hêrsekî mezin tevlî meşa giştî li bajarê Kobanê bûn.