ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinan a Kongra Star bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşek girseyî li dar xistin. Bi hezaran şêniyên Efrînê û welatiyên Şehbayê beşdarî meşa ku li ser rêya navbera bajarokê Babnis û navçeya Fafînê destpê kir, bûn.
Di meşê de dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hat berzkirin, posterên Rêber Apo, alên cuda û pankarta “Bi berxwedana gel û gerîla em ê komployê têk bibin û Rêber Apo azad bikin” hatin hilgirtin.
Rêvebera Yekîtiya Jinên Rojava-Êzidî Sûad Hiso jî diyar kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo rêya civaka Êzidî ronî dike. Sûad Hiso got, “Weke civaka Êzidî ya li Şehbayê em ê têkoşîna xwe bidomînin. “Heta ku em xaka dagirkirî rizgar bikin û Rêber Apo di nava gel de bibînin em ê têkoşînê bidomînin.”