BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê ev agahî dan:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 9’ê Cotmehê di saet 14.20, 17.30 û 18.00’an de bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
- 10’ê Cotmehê di saet 01.20’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
- 9’ê Cotmehê bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî û taktîkên cuda li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di saet 14.00’an de bi çekên giran li konên dagirkeran hate xistin û 2 kon hatin îmhakirin. Di saet 14.20’an de bi çekên giran û nîv otomatîk ji du aliyan ve li dagirkerên ku hatin ba hev, hate xistin. di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ketin nava tevgerê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Di saet 15.15 û 15.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di saet 15.40’an de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperan hate xistin.
Di van çalakiyan de bi giştî 9 dagirker hatin cezakirin, 6 birîndar bûn û 2 kon jî hatin îmhakirin.
- 10’ê Cotmehê di saet 03.40’an de bi taktîka sekvaniyê li koma dagirker hate xistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketibû nava tevgerê. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
Li Herêma Zapê;
- 9’ê Cotmehê di saet 06.00’an de bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.
- 9’ê Cotmehê di saet 08.30’an de bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku hewl dida çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û dronên bombebarkirî pêk anîn;
- Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê; 9’ê Cotmehê 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin. 10’ê Cotmehê 1 car bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin. Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî; 9’ê Cotmehê 1 car bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.
- 9’ê Cotmehê çeperên şer ên li Girê ya Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 13 caran bi dronên bombebarkirî, 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 9’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê 1 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 7, 8 û 9’ê Cotmehê Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê 30 caran bi balafirên şer hat bombekirin.
- 7, 8 û 9’ê Cotmehê herêma Barzanê 9 caran bi balafirên şer hat bombekirin.
- 9’ê Cotmehê herêma Zap, Avaşîn, Metîna, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Barzanê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”