ŞAMÊ – Îro li paytexta Suriyê Şamê Ciwan û Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk û bîranîna 29 dilsozên ku di encama êrîşa hovane de şehîd bûne daxuyanî dan.Di daxuyaniyê de Ciwan û Jinên Ciwan piştgiriya xwe bi gelê xwe yê Bakur û Rojhilata Suriyê re dan diyarkirin û helwestê wan li ser bingeha soza meşa li ser şopa şehîdan û pê re jî soza tolhildanê bû. Di dawiyê de silogana “BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA” hat gotin.
Ji destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve Dewleta Tirk hewil dide berfirehbûna şoreşê ateng bike, ji ber wê her dem êrişan dibe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dema dawî de jî ev êriş dijwartir bûne. Li beramberî van êrişan ciwanên Şamê bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan da. Di daxuyaniyê de wiha anîn ziman:
“Bi ketina sala 26’emîn a komploya navneteweyî ya li Ser Rêber Apo, Dewleta Tirk dîsa Rêber Apo hedef digire bi riya hedefgirtina pergala Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Her wiha Dewleta Tirk ji bo ku gelê herêmê bide koçberkirin êriş dibe li ser binesaziya herêmê. Li dijî van êrişan tevahî ciwan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di seferberiyê de ye. Li ser vê bingehê em weke ciwanên kurd li paytexta Sûriyê Şam li kêleka gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, êrişên Dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha em 29 şehîdên hêzên dij maddeyên hişbir û tevahî şehîdan bi bîr tînin û soz didin ku li ser şopa şehîdan bin û tola wan hilînin.”
Ciwanan bi slogana “Bijî Berxwedana Rojava” daxuyaniya xwe bi dawî kir.