NAVENDA NUÇEYAN – Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conricus ragihand ku di operasyona Hemasê de hezar û 200 îsraîlî hatine kuştin, zêdetirî 3 hezar û 700 kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di topbarana Îsraîlê ya dijî Xezayê de, 950 kes hatine kuştin, 5 hezar kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî daxuyand ku wezîrê karên derve Antony Blinken dê di navbera 11 û 13`ê Cotmehê de serdana Îsraîl û Urdinê bike û bi rayedarên payebilind re bicive. Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku ji Sûriyeyê moşek ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku komên Filistînê yên girêdayî Hizbullahê ji herêma Colanê ya Sûriyeyê hawan avêtine. Di heman demê de hêzên Şamê seferber bûn.
Serokê Koma Ensarullah El Hûsî ya li Yemenê Ebdulmelek El Hûsî duh hişyarî dabû û gotibû: “Eger Amerîka dest li şerê Xezayê werde, em ê bi balafirên bêmirov û biçek û moşekan bersiv bidin û tevdîrên din ên leşkerî bigirin.”