HESEKÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê ji saetên sibehê ve ji bo merasîma oxirkirinê li ber nexweşxaneya bajarê Hesekê kom bûn. Di êrîşa Dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Koçerat a Dêrikê (8’ê Cotmehê) de 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bibûn. Di dema wergirtina cenazeyan de girseya gel bê navber dirûşmeyên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û “Ey şehîd xwina we erdê namîne” berz kirin.
Cenazeyên 6 şehîdan li ser milan hatin hilgirtin û ber bi Şehîdgeha Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ve ketin rê. Bi sedan şêniyên li ber Şehîdgeha Şehîd Dijwar 6 şehîdan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” pêşwazî kirin.
Beriya ku merasîm dest pê bike, di şexsê 29 şehîdan de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser wate û girîngiya rojê ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Kantona Hesekê û Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Asayîşa Giştî ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîş hatin şermezarkirin û soza tolhildana şehîdan û şopandina têkoşîna wan hat dayîn.
Piştre jî ji aliyê Komiteya Malbatên Şehîdan nasnameya têkoşer, Loran Suhêl Ebdî, Menaf Siûd Semîr, Salih Ebdulxefûr Yûsif, Îskender Hiso, Ezîz Elî Ebdo û Ebdullah Hesen Ilêwî ve hat xwendin. Piştî ku nasnameyên her 6 şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin, şehîdan li Erîşe, Hol, Til Berak û Hesekê bi dirûşmeyan spartin axê.