ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “MALA XWE, TAXA XWE, WELATÊ XWE BIPARÊZIN” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwan û Werzîşê li Şehbayê dest bi pêngava belavkirina kovarên Ciwanên Şoreşger kirin. Li hemû kolanên Şehbayê di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwan û Werzîşê de kovarên di derbarê perpektîvên li ser şerê gelê şoreşgerî yên bi zimanê erebî û zimanê kurdî tên belavkirin. Her wiha di dema belavkirinê de nîqaş di derbarê xweparastina ji dijmin û êrîşên wê de bi gel re tên kirin û bi taybet di pêvajoya heyî de çawa gel û ciwan xwe ji êrîşên dijmin û balafirên wê xwe biparêzin û li gorî şert û mercên pêvajoya şerê gelê şoreşgerî tevbigerin perspektîv tên dayîn.
Wê ev pêngav li hemû kolan û qadên Şehbayê berdewam bike, da ku hemû ciwan û gel tedbîrên xwe li gorî van perspektîvan bigirin û bi erka xwe ya parastina xak, mal û herêma xwe ji êrîşên dijmin rabe.