TOKYO – Rojnamevanê Japonî Îkuko Katsumata ku têkildarî înîsiyatîfa gerdûnî ya di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan li cîhanê dest pê kir, piştgiriya xwe diyar kir û got ku ji bo jiyaneke aştiyane divê deriyê Îmraliyê bê vekirin.
Daxuyaniya Katsumata wiha ye: “Nêzîkî 25 sal di ser girtina Abdullah Ocalan de derbas bûn. Rayedarên Tirk cezayê darvekirinê lê birîn û ji ber ku Tirkiyeyê cezayê îdamê ji holê rakir, veguherandin cezayê muebetê. Di wan rojan de tê bîra min, min wek îro bêyî înternetê hewl dida ku ji Tirkiye û Ewropayê nûçeyan bistînim. Ji ber protestoyên li seranserê cîhanê yên li dijî girtin û darizandina Abdullah Ocalan, hêrsek mezin hebû jî, hêdî hêdî kêm bûn, dibe ku gelek kesan fikirîn ku rêxistin û tevgerên wan wê bi demê re kêm bibin. Divê ez qebûl bikim ku ez yek ji wan bûm û ez xelet bûm.
Ramanên Abdullah Ocalan ên di hucreya Girava Îmraliyê de winda nebûn; Berovajî vê, hêviya aştî û azadiyê pêş ket. Erdogan pir baş fêm kir ku bandora Abdullah Ocalan çi ye û dest bi muzakereyên aştiyê kir. Dema ku pêvajoya aştiyê bi pêş ve diçû, yan jî bi kêmanî zindî bû, ma rûkenî bi Tirkiyeyê çêbû? Ma Erdogan bi Kurdî silav neda? Lê rojên hêviyê qediyan. Ma şeytan dibêje hûn dikarin hemû hêzê desteser bikin? Ma hûn ji bo ku dîroka Tirkiyeyê bi êş bikin, hûn dixwazin çekan bi kar bînin û gefan li kesên din bixwin?
Abdullah Ocalan ramanwerekî girîng e. Pêşengê jiyana hevpar e. Hemû serokên Tirkiyeyê, ger hûn aştiyê di nav gelan de dixwazin, ne çek û ne jî gef ji we re lazim e. Hûn dikarin tenê deriyê hucreya girtîgehê vekin. Bi baweriya min mifteya siberojê bi Abdullah Ocalan re heye.”