NAVENDA NUÇEYAN
https://www.nuceciwan128.xyz/ku/taybet-biranina-qada-berxwedan-ya-werxele-besa-1/
Bi rastî jî şerê ku em dikin ji bo vî welatî ye û em çiqasa bedel bidin jî em dest ji vê dozê bernadin. Wê şevê pir esker hatin kuştin, di kêleka wê de me pir hevalên fedayî ku rastî di vî şerî de şerkirin jî da. Ama ev şer ji bo were meşandin bedelekî pir giran dixwaze. Ji xwe dema êrîş kir me jî bi awayekî li dijmin da. Leşker ewqas bê hedef bûn; yanî tiştek di navbera wan de nîne ku hevdû ve werin girêdan. Esker dimre pêlê esker dike. Ewqas eskerên bê wijdanin. Ewqas eskerên ku bi tenê ji bo pere şer dikin. Hişmendiya wan eve: “Ez nemirim bila yê li kêleka min bimre.” Me bi xwe digot ev bûyer şikestinên wan dide nîşandan. Li hember gerîla ew şikestine. Yanî îroj pêlê eskerê xwe dikin, pêla insanekî mirî dikin û derbas dibin. Ev yanî tiştekî wisa bê adaletî û li dijî însaniyetiyê ye. Yanî ji însaniyetê derketin dida nîşandan ku wê bikevin. Yanî ev nîşana vî şerî ye.
Şeva yekemîn bû di navbera me û eskeran de, vê serê de jî hema wê şevê nêzî 50 esker mirin. Şeva yekemîn birîndarên me jî çêbûn; Heval Agir qomîntanê me birîndar ket. Şeva yekemîn birîndar bû bi awayekî pir giran ama tevî ew birîna xwe digot: “Heval pêwîste ev şer bigihêje serkeftinê.” Em ne weke dewletê Tirkin. Em hevalên xwe li derve nahêlin. Em însanê birîndar zinaran de navêjin. Ev ne çanda me ye, ne ideoloji ya me ye. Heval ji bo hevalê xwe yê birîndar bîne hundir birînadr jî dibe. Yanî hevaltiya me di vê astê de ye. Me heval anî hundur. Em qederek bi heval re mijûlbûn. Ji zehmetiyê, rewşa em têde heval gihişt asta şehadetê şeva yekemîn. Hevalê me ji Cizîra Botan bû. Fermadarê me bû.
Pir bi rêxistinê û bi Rêbertî ve girêdayî bû. Ev ji bo me şehadetek giran bû. Ama pêwîst bû tola wî bihata rakirin. Ji bo wê mirov nikare bisekine. Yanî rastî jî zehmet bû. Heval pir hewl dan ku şehîd nekeve, ji ber hevalekî me yê fermandar bû û hevalekî me yê ciwan bû jî. Bi xwe 28 salî bû, li gorî emrê xwe yê biçûk jî fermandarî dikir. Hevalekî tam fedayî bû, di vê astê de bû. Heval di dawî de ji bo vê dozê, ji bo
vê axê gihişt asta şehadetê. Bi vî awayê şer berdewam kir. Şeva yekemîn şerek pir giran me kir. Ji ber wê gelek esker mirî.
Şehit Şahîn, Warxelê, Şikefta Birîndara ye… Ne li bendê bûn ku gazî wan bikin. Her me biçûk didîtin ku em li wan bidin wê bi paş ve biçin. Ew bi xwe eskerên xwe dixapînin. Ji bo eskerê xwe bişînin mirinê dixapînin. Yanî dizanin çi dibe bila bibe me bedel daye û emê her bidin jî. Ji bo wê em paşde naçin. Wisa şeva yekemîn bi dawî bû. Qederek işkence, hebû westandin hebû. Ew westandin dihişt ku mirov li ser piyan bimîne ku pêwîste Werxele were parastin. Ji ber ku cihekî stratîjîk bû di Zapê de. Dijmin dixwest bigre, ji ber ku di Werxelê de par jî bi ser neket dixwest ku Werxelê bigire. Ji ber ku li ser alanên din jî hakîm bû, ji bo wê ger girtibaya ew avantajek bû.
Ama hêvî û baweriyê ku heval ji derve didan me, Avaşîn de ev sozên ku me dabû jî pêwîst bû me pêk baniya. Ev erkekî me bû. Pêwîst bû me vê axê bi parasta. Di vê sûrecê de şer berdewam kir. Wiha qederek tije derbas bû rastî jî berxwedaniyeke mezin kirin. Dibêjin ku dema mirov rastiyê neyne li ser ziman wê xeyalî be û tam nayê fêmkirin. Ema bi rastî jî berxwedaniyeke wiha bê hempa tê meşandin. Yanî pêwîste ev were li ser ziman. Ev dîrokek e. Ji bo gelê Kurd, ji bo van zarokên Kurd ew dîrokek ku were nîvîsandin e. Ji ber ku bi rastî jî tiştên ku niha tê kirin li hember ewqas çekên qedexekirî, li hember ewqas kîmyasal, berxwedaniyeke bi vî awayî tê meşandin li hemberî Sewletê NATO. Em nabêjin Dewletên Tirk tenê, ji ber dewletêkî NATO ye. Em li hember Dewletê NATO bi giştî bi vî awayî, bi rastî jî fedayîne şer dikin. Ev hevalên ku şehîd dikevin bi rastî yên ku digihêjin zaferê ew hevalên şehîdin û pêwîste ew heval werin jiyan kirin.
Di Werxelê de bi rastî jî dijmin bi awayekî pir giran êrîş dikir. Êrîşên ku tên meşandin dijmin pir bi çekên cûr bi cûr, termobarîken, kîmiyasalên cûr bi cûr bi kar tîne û dixwaze hevalan dest bigre. Tiştên ku me dihêle li ser piyan û li hember ewqas kîmyasal di wan tunelan de berxwedaniyekê çêdibe wan hevalên li kêleka tene. Hevalên şehîd û yê girêdanbûn bi hevalên şehîd û Rêbertî ve dihêle em şerekî wiha bidin meşandin. Hevaltî di wan tunelan de pir girînge. Hevdû li ser piya girtin pir girînge. Ev dihêle ku ev jî bi rastî şerekî bi awayekî fedaiyane were meşandin.
Ez îro ji dikarim ji bo hevalê li kêleka min tiştek pê neyê, xwe feda bikim. Ji bo ew heval şehîd nekeve, ji bo perçeyek piçûk, ji bo tiliyek wî birîn nebe em dikarin xwe feda bikin û bi rastî jî ev heye. Yanî ev di her deverî de hatiye meşandin.
Werxalê de dijmin heta mehekî bi awayekî wiha kîmyasalê bi kar anî. Teqemenî jî pir çêdikir. Em di van teqemeniyan de bandordibin ne ku em bandornabin lê em pir tiştên piçûk binav dikin. Raste çekên qedexekirî ger ku kîmyasal li hember dewleteke, li hember cihekî din bikarbaniya niha ew dewlet ketibû û em pir tiştên biçûk bi derfetên xwe wan çekên Natoyê qedexekirî hemû vala derdixin. Lê ev jî em bêjin tiştên destê me de û bi derfetê xwe vala derdixin. Ne ku ez dibêjim tiştên teknîkî di astên jor di destê me deye ama dîsa em vala derdixin. Em nahêlin ku bandorekî pir zêde li ser me bike. Ama dijmin bi her avayî diceribîne. Mînak di bangawaziya teslîmetiyê di astên jor de dike. Dibêje, “Werin teslîm bibin.” Yanî dixwaze me bi hesanî bide xapandin. Ez dixwazim hinekî behsa vî bikim.
Em li Werxelê bûn. Mehekî tije bû dijmin pir êrîş dikir. Helbet bersiva me jî li hember wî hebû. Me jî pir caran eskerên wan dikuşt. Wan bangawazî dikir digotin, “Werin xwe teslîm bikin, emê qola bidin we, emê biskewît bidin we. Werin teslîm bibin emê we bibin malekî xweş.”
Heger zaten wisa bûya, ji bo qolayekî, ji bo biskewîtekî, ji bo malekî bûya niha ewqas gerîlayên li çiya li hember ewqas teknîk şer nedikir. Tabî di ferqê de ne. Bangewaziya vî dikin yanî ew dizanin ku çi dibe bila bibe em tu caran naçin teslîmê vê dewletê nabin. Yanî em tu cara tenezûlê nakin. Ji ber em îro ji bo jiyanekî azad, ji bo em bikaribin rasatî ji bo gelê me, ji bo ciwanên pêşerojê ku bikaribin jiyanekî azad jiyan bikin me canê xwe kiriye sîper. Me wisa xwe kiriye mertal û em li hemberî wan sekinîne.
Em îroj ji bo biskewîtekî, ji qolayekî nayin xapandin. Yanî ewqas dewletekî wisaye, bê çare dimîne, bangewaziyên bi vê astê de dike. Dibêje, “Were teslîm bibe ezê vê bidim te, ezê vê bidime te. Zate heger ez îro herim teslîmê vê dewletê bibim, heger te îro îxanet lI wan kiribe tuyê li min jî bikî. Wisa ye yanî. Pêwîste di vê astê de mirov bigire. Ji bo vê jî ez bêjim; yanî çiqas em di vê Werxalê de bûn, çiqas bangewaziya wan jî çêdibû tu cara teslîmiyet çênebû. Ev dihişt ku em bi xwe ser piyan bimînin. Çima ji ber girêdanbûyîneke di astê jor de çêdikir. Bi awayekî.
kîmiyasal bikar tanî û wisa pir tiştan dikir. Ema mînak ez bêjim niha xwarin vexwarin, pir tiştan de derfetên me hebû. Ez bêjim partî di vî astê de derfet ava dik.e Ama ji ber carnan derfet çênabe, carnan tenê me taşteyekî xwariba, penîrekî xwaribaya, an me tiştên sivik xwariba. Ji bo ku li hember vê dewletê bi karibin şerbikin.