LJUBLJANA – Di çarçoveya pêngava ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan dest pê kir, li bajarê Ljubljana ya Slovenyayê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê civaknasê navdar Dr. Rastko Mocnik, parlementerê berê û ombudsmanê berê yê Slovenya Matjaz Hanzek û profesorê zanistên siyasî li Zanîngeha Ljubljana Dr. Andrej Kurnik ve hate dayîn.
KAVCIC: YEK JI BÎREWERÊN SIYASÎ YÊN HERÎ KÛR ÊN DEMA ME YE
Matej Kavcic got, “Îro em di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan ku di heman demê de tê wateya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, li hev civiyan. Ev kampanya berdewama têkoşîna 25 salan a ji bo azadiya Ocalan e.”
Kavcic, anî ziman ku Îmraliyê li dijî gelê Kurd ‘sîstema tecrîdê’ ye û got, “Em weke hevrêyên kampanyayê, wî yek ji bîrwarên siyasî yên herî kûr û têkoşerê azadiyê ya serdema me dibînin.”
Kavcic got, “Di nava 3 salên dawî de li Îmraliyê çi qewimiye, agahî tune ye. Ji aliyê komîteya li dijî êşkenceyê ve serdaneke demkî hat kirin û derbarê vê serdanê de agahî nehatin parvekirin.”
HANZEK: EV TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA RASTEQÎN E
Piştre metna çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate xwendin û di civînê de Matjaz Hanzek mafê axaftinê girt û wiha got, “Cîhan bi awayekî sîstematîk zilmê li Kurdan dike û îstîsmar dike.”
Hanzek bal kişand ser berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê jî û got, “Li Kurdistanê wekheviyeke rasteqîn heye, ne tenê li ser kaxizê, ev yek têkoşîneke rasteqîn a azadiyê ye.”
MOCNIK: ŞOREŞEKE RASTEQÎN A JI BO VEGUHERÎNA CIVAKÊ
Dr. Rastko Mocnik li ser wateya têkoşîna azadiya Kurd di wateya gerdûnî de û ramanên Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Li gorî Ocalan, têkoşîna rizgariya neteweyî divê ne tenê ji bo dewleteke nû be, di heman demê de ji bo civakeke nû ya bê çînî, antîpatrîkal û antî kapîtalîst be. Têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd şoreşeke rasteqîne ya veguherandina civakê ye. Tevgera Kurd di vê wateyê de gelekî girîng e ji ber ku niha têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşînên şoreşgerî di asta gerdûnî de di parastinê de ne, lê Kurd ji bo mirovahiyê têdikoşin û di vê de gelekî serketî ne.”
KURNIK: ABDULLAH OCALAN JI BO SLOVENYAYÊ JÎ GIRÎNG E
Dr. Andrej Kurnik got, “Civaka Kurd nûnertiya têkoşîna ji bo bidawîkirina serdestî û zordariya cîhanê dikin. Têkoşîna Kurd balê dikişîne ser cîhaneke dûrî netewe dewletan ku netewe dewlet civak û gelên heterojen (pir rengî) dike homojen (yek rengî).”
Kurnik got, “Li Slovenyayê li dijî kevneşopiya komunitarîzmê têkoşîneke sîstematîk heye. Em dikarin bibînin ku neheqiyek mezin heye, ji ber ku mirov dibêjin êdî ew hîs dikin ku edalet tune ye. Tecrûbeya neolîberalîzm û hilweşîna di nava civakê de, nîşan dide ku Ocalan ji bo Slovenya jî girîng e û pir hemdem e. Gelek berhemên wî ji hêla The Journal of Critique of Science ve hatine wergerandin, mirov behsa ramanên wî dikin. Divê ev yek di çarçoveya zanîngehê de bê kirin, lê zanîngeh tenê bûye veguhertina sîstemê. Ew amûran dide civakê ku xwe têr bike, bifikire û azad bibe.”