AMED – YCWK’ê ragihand ku 10’ê Cotmehê saet di 00.15’an de li dijî êrîşên li ser Rojava, li ser rêya Erganiyê ya Amedê, li dijî DSÎ (Xebatên Avê ên Dewletê) çalakiyeke tolhildanê li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
10’ê Cotmehê saet 00.15’an de yekîneyên me çalakiyek bi bandor li dar xistin û motorên avê yên DSÎ (Karên Avê Yên Dewletê) ku li ser rêya Amed/Erganiyê bûn îmha kirin. Hat diyarkirin ku motorên avê av didin qereqol û cerdevanên derdorê jî û di encama çalakiya yekîneyên me de bêkar mane. Armanca me bi vê çalakiyê ew e ku êrîşên dawî yên faşîzma Tirk ên li dijî binesaziyên sivîl ên li herêma Rojavayê Kurdistanê, em li ser esasê xweparastinê bersivê bidin. Em careke din diyar dikin ku em ê bi heman awayî bersiva her êrîşeke dewleta Tirk a li Kurdistanê bidin û li dijî binesaziya wan çalakiyên bi bandor pêk bînin.
Bijî YCWK
Bijî Rojava