ÎZMÎR – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparezî Kurdîstan) ragihand ku li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a li ser reya Fevzî Çakmak a Îzmîr/ Bornovayê digeriya çalakiyek li dar xist.
Endamên yekîneyê diyar kirin ku çalakiya wan li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo ye.
Daxuyanî wisa ye:
Di 11’ê Cotmehê saet 22:47’an de yekîneyên me li dijî wesayîta zirxî ya polîsan a li ser rêya Fevzî Çakmak a Îzmîr/Bornovayê diçû çalakiyek li dar xist.
Faşîzm bi qîrîna qêrînên serketinê bi amûrên propagandaya sexte dixwaze bêhêvîtiyê di civakê de çêbike û dixwaze refleksên civakê yên li hemberî xwe asteng bike. Lê divê were zanîn ku amûr û têgînên wan ên propagandaya derewîn çiqasî mezin bibin, ew qas rastiya dixwazin veşêrin. Tecrîd û hemû êrîşên ku li ser Rêber APO ve tên kirin divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Bi qasî ku faşîzm bixwaze hêviyên civakê bişkîne, ciwan jî wê ji civakê re bibin hêvî.
Bijî YCWK
Bijî Rêber APO!