PARÎS – Yekemîn konferansa ciwanên enternasyonalîst a ku li ser mijara Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê di navbera 3-5’ê Mijdarê de tê lidarxistin. Bi dehan rêxistin û bi sedan delege wê li Parîsê li hev bicivin û li ser mijarê nîqaş bikin û têkiliyên bihevrebûna şoreşgerî pêş bixin.
Hin ji van endaman ji bo konferansê bang kirin:
- Ciwanên Sosyalîst a Norwecî ( Sosialistisk Ungdom ) Yekîtiya ciwanan a Partiya Çep ya Sosyalîst a Norwêcê ye. Hin nirxên me yên bingehîn sosyalîzm, femînîzm û hevgirtina navneteweyî ne.
- Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk – Rêxistina sîwana Sûriyê ya siyasî, civakî, niştimanî û demokratîk, ku ji rêxistin, tevger, deste, komîte, encûmen, ciwanên partiyên siyasî pêk tê. Armanca me ew e ku bi avakirina îradeya azad û hişmendiya demokratîk a serbixwe ya ciwanan, her wiha bi afirandina jiyaneke Sûriyeya demokratîk û nenavendî, hemû ciwanên Sûriyeyê li ser xaka Sûriyeyê û li welatên derve li ser esasê civakekê Sûriyeyeke exlaqî û siyasî bi rêxistin bikin.
- Lista Demokratičnega Študentstva (LDŠ) rêxistinek xwendekar a bingeh-Slovenya ye ku li ser vekolîna perspektîfên cûda yên teorîk û nêzîkatiyên pratîkî ji bo pêşvebirin û piştgirîkirina rêxistina siyasî ya ciwanan sekinî ye. Ew hewl didin ku cîhek ramanê ya serbixwe ji perwerdehiya sazûmaniyê vekin, ku tê de zanyarî bi rexnegiriya krîza pergalê ya heyî were pirsîn. Armanca wan a sereke ew e ku li herêmê xwe birêxistin bikin û di heman demê de têkiliyên navneteweyî ava bikin da ku tevgerek demokratîk a gerdûnî pêş bixin û bi hev re li dijî her cûre û pergalên mêtîngeriyê şer bikin.
- Poder Popular rêxistineke siyasî ye ku armanca wê bi Marksîzmeke şoreşger û enternasyonalîst e. Ne dogmatîk û avakirina desthilatdariya gel, guherandina civakê ji koka wê ye. Dema ku em bi krîza aborî, civakî û hawirdorê ya ku Arjantîn û cîhanê bandor dike re rû bi rû ne, em armanc dikin ku projeyek li ser bingeha femînîzmê, bi yekîtî û têkoşînê, ji bo parastina mafên çîna karker, jin û beşên gel û derdorekê antî-kapîtalîzm û eko-sosyalîzm ava bikin.
- ARRAN rêxistina ciwanan a l’Esquerra Independentista ye. Weke mîrata mîrateya dîrokî ya têkoşîna ciwanan a ku derketiye pêşiya me, em li welatên Katalan ji bo serxwebûn, sosyalîzm û femînîzmê têdikoşin. Her wiha em têkoşîna ekolojîk, antî-faşîst û antî-nîjadperest weke têkoşîna xwe dibînin, têkoşîna ji bo mal û karên minasib, perwerdeya gel û hevgirtina enternasyonalîst… Ev tevkariya me ya ji bo avakirina civak û cîhanek ji her cure zext û mêtîngeriyê ye.