QAMIŞLO – Pêngava, ku ji aliyê Platforma ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseri ve li 74 navendên cîhanê hatiye destpêkirin, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî deng veda. Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê mijarê di li Lîstokgeha Şehîdên 12’yê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl-civakî, partîyên siyasî, rûsipiyên eşîrên Kurd û Ereb, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyani ji aliyê endama înîsiyatîfa Gel Henaa Xelîl ve hat xwendin. Navaroka Daxûyanîyê wîha ye:
“Wekê tê zanîn, 10’ê Cotmehê 2023’yan de, bi pêşengtîya nunerên sendîka, partiyên sîyasî, rêxistinên civakî û kesayetên wekê fîlozof û kesayetên xwedî xelatê Nobelê ne jî di navê de, li seranserê cîhanê di hemû parzemîn û 74 bajarên cuda yên welatan de, hemleya bi navê “Azadî Ji Ocalan re, Çareserîya Sîyasî Ji Pirsgirêka Kurd Re” hate destpêkirin.
Em jî bi navê “Inîsîyatîfa Gel A Bakur û Rojhilatê Sûrî” tev li vî bang û hemleyê dibin û ji bo bilindkirin û encamgirtina hemleyê em vê daxuyanîyê bi we re par ve dikin.
Azadî Ji Bo Reber Abdullah Ocalan re!
Abdullah Ocalan, rêberê sîyasî yê gelê Kurd e. Bi milyonan Kurd wî wekê vîna xwe ya sîyasî dibînin. Li kelêka vê, ji pêkhateyên Ereb, Sûryan û hemû deverên cihanê gelek mirov jî Abdullah Ocalan wekê rêberê xwe bi nav dikin. Ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberê newekhevîyê wekê vîna çareserîyê û aşitîyê tê dîtin. Li ser van rastîyan, Abdullah Ocalan wekê “Rêberê Gelan” tê qebûl kirin.
Reber Ocalan, di 15ê Sibata 1999’ê de bi operasyoneke istixbaratî ya navdewletî de hate revandin û teslîmî Tirkiyê hat kirin. Ji wê demê ve jî di girtîgêha Îmralîyê de dîl hatiye girtin. 25 sal in di girtîgehekî de tenê tê hiştin, gelek car bi salan tekîlîyên wî bi cîhanê re, malbat û parêzerên xwe ve tê qutkirin. Ew, bi vî şeklî rastî êşkence û binpêkirinan tê û bi şewaz û kiryarên hişk û dervayî mirovahîyê re rûbirû dimîne.
Rixmê ku di bin tecrîdê girankirî de ye jî, partî, rêxistin, sazî û kesên ku ji fikrên Rêber Ocalan ilham girtine bi berxwedana kurdî û tevgerên curbicur ên etnikî, olî û hwd têkoşîna demokratîk a rojhilatanavîn dimeşînin. Gelek rêxistin û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê jî ji fikir û ramanên Rêber Ocalan ilham girtine û hewldidin pêşbixînin. Teorîyên wî ilhamê dide her kesên ji bo dîyarkirina çarenûsê xwe, rizgarîxwaziya jinê û sînorkirina hemû şêweyên newekhevî û kedxwarîya seranserê cîhanê li ber xwe didin.
Azadî ji bo Reber Abdullah Ocalan re! Çareserîya sîyasî ji pirsgirêka kurd re!
Pirsgirêka Kurd bi sedsalanê tê jiyîn. Di serî de li Tirkiyê û dewletên Rojhilatanavîn de nehatiye çareserkirin. Pêşengtîya vê sîyasetê dewleta Tirkiyê dike. Sîyaseta Komara Tirkiyê ya dagirker, bi milyonan Kurd ji mafên sereke yên sivîl û siyasî bê par hiştiye. Ev yek bû sedema gorîkirina bi deh hezaran ji giyana mirovan, bê cih û war mane bi milyonan, xurtbûna hêza nijadperest, oldarên tundraw û otokrasî.
Ev jî girêdayî pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên xeternak ku bandorê li jiyan û ewlehiya bi milyonan dike ye. Ev hemleya hatiye destpê kirin navnetewî ye, ji ber ku pirsgirêka Kurd bi xwe pirsgirêkeke navnetewî ye. Kurdistan li ser çar dewletan: Turkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê hatiye parçekirin. Lewma ger çareser bibe wê bandora xwe li hemû cîhanê bike.
Ev kampanya navnetewî ye, ji ber ku doza Rêber Ocalan jî navnetewî ye û pergala êşkenceyê ya li hembere wî pêk tê jî bi destê hêzên hegomonîk ên cîhanê hatiye avakirin. Doza Rêber Ocalan ne doza kesekî ye, doza gelekî ye ku bi qirkirinê re rûbirû ye û doza hemû herêmê ye. Rêber Ocalan, her weha weke zanyarekî ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareseriyê pêşkêş dike ye, bi teza Modernîteya Demokratîk, manîfestoya sedsala 21’emîn afirandiye.
Lewma ger Rêber Ocalan azad bibe, dê tevlî pêvajoya sîyasî ya çareseriya pirsgirêka kurd bibe û berdewamiya pêşveçûna ramanên xwe bike, wê azadî û aştî ji me hemûyan re bêhtir pêk bê. Mixabin rêveberiya diktator a li Tirkiye vê rastiyê dizane û ji vê yekê ditirse. Ji bo vê jî Rêber Ocalan bi salana di bin tecridê girankirî de dihéle da ku bikaribe desthilatdarî û şerê xwe yê qirêjî berdewam bike. Em jî niha û ji her demê bêhtir li ser ewlehî û tendûristiya Rêber Ocalan ne rihetin. Ji ber ku ev nêzî 3 sal in jê çi agahî nayê girtin. Ev jî rewşekî metirsîdare.
Bi salane bi cur be cur rebazan hatiye xuyakirin û isbatkirin ku vîna siyasî ya gelê Kurd Rêber Ocalan e. Ew, mifta çareseriyê ye. Lewma divê her kes vê rastîyê bibîne û li gorî vê tevbigere. Îro di kesayeta Rêber Ocalan de li dijî gelê Kurd politikayên qirkirin, înkarkirin, teslim wergirtin tê ferzkirin. Lê li hember vê yekê, ew di nava berxwedaneke dîrokî de ye. Ji bo mafê gelê Kurd, ji bo aramî û aşîtiya bi rûmet di herêmê de û ji bo biratiya gelan xwe kiriye mertal û li dijî hemû rengê êşkencê li ber xwe dide.
Divê destûr were dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne. Lê ev jî têre nake, divê ji girtîgehê were berdan, bibe xwedî şert û mercên ku bikaribe rola xwe ya siyasî bikarbine, navkokiyen navbeyna Kurdan u dewleta Tirkî û dewletên Rojhilatanavin de careseriye pesbixine. Li ser van sedem û esasan, em wekê inisiyatifa gel a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, bilindkirina hemleya ’Reber Ocalan re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ didin destpêkirin. Banga hemû rêxistinên civakî yên jin, ciwan, partiyên sîyasî û pêkhateyên civakî gişti dikin ku tevlê vê hemleyê bibin.
Em ê bê dem û bê navber, bi rêya sîyasî, hukukî, dîplomasî û çalakiyên gel, tekoşinê pêşbixînin. Ji bo fikir û ramanên rêber Ocalan di nava Sûrîyê, Rojhilatanavîn û cîhanê de pêşbikeve hemû rê û rêbazan pêk binîn û armancên hemleyê serbixînin.”