ŞEHBA – Di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ya ji aliyê Komalên Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin de, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Efrînê ji bo silavkirina pêngava “Azadiya Rêber Apo, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” standek ji pirtûkên Rêbertiyê pêk tê vekirin û xwestin fikr û felsefeya Rêber Apo belav bikin.
Ev çalakî bi armanca berdewamkirina vê xebatê li ser esasê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ku beriya niha li gelek bajarên Rojava bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan hatibû destpêkirin û bersiva êrîşa dijmin hate lidarxistin.
Di çalakiyê de kovarên ciwanan û parêznameyên Rêber Apo li jinên ciwan û raya giştî hatin belavkirin.
Ji standa ku hat vekirin re ji aliyê gelê herêmê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Stand derdora 17.00’an vebû û saet di 20.00’an de bi dawî bû. Jinên ciwan diyar kirin ku bi berxwedana jinên ciwan ew ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û Rêber Apo fizikî azad bikin.
Çalakî bi dirûşmeyên ji bo Rêber Apo hatin berzkirin bi dawî bû.