ENQERE – Kongreya li Salona Sporê ya Ataturk bi dirûşma “Ji bo azadiyê” pêk tê. Ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn. Ji ber tevlîbûna zêde gelek kes li derveyî salonê man. Ji ber ku li hundir cih nemaye, ji bo şopandina kongreyê li derve ekraneke mezin hatiye danîn.
Li kongreyê tim û tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bilind dibe. Li hundir û derveyî salonê govend tê gerandin. Salon bi alên Partiya Çepên Kesk û pankartên bi nivîsa “Çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re”, “Na ji tecrîdê re, aştî hema niha”, “Destûra bingehîn a demokratîk” û “Sîstemê biguherînin” hate xemilandin. Beriya destpêkirina bernameya kongreyê delege li salonê bi cih bûn. Ber bi danê nîvro re wê nêzî 800 delege deng bi kar bînin û lîsteyên endamên Meclîsa Partiyê û Hevserokan hilbijêrin.
Meclîsa Partiyê ji 80 endamên esîl, 35 endamên cîhgir, 10 endamên fexrî bi giştî ji 125 endaman pêk were.
Di kongreyê de her wiha wê Desteya Dîsîplînê ya Navendî û endamên Desteya Lihevkirinê jî bêne diyarkirin.
NAVÊ NÛ YÊ PARTIYÊ WÊ HEDEP BE
Li gorî agahiyên ku Komîsyona Amadekar û Lihevkirinê da, navê nû yê partiyê wê bibe Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP).
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destûra bingehîn a nû wê bibin rojevên bingehîn ên kongreyê.
Nûnerên gelek partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giiştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û Cahît Kirkizak, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê berê Bariş Atay, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û gelek navên din di kongreyê de amade bûn. Li er navê Partiya Çep Îlknûr Beşer, li ser navê Partiya Gel a Komarê (CHP) Cîgira Serokê Giştî Devrîm Bariş Çelîk û rayedarên Partiya Devayê jî tev li kongreyê bûn.
Bi navê Partiya Çep Îlknûr Beşer, Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Devrîm Bariş ÇelÎk û rayedarên Partiya Deva jî tevlî kongreyê bûn.