NAVENDA NUÇEYAN – Ji êrîşa 7’ê Cotmehê ya Hamasê û vir ve li Şerîda Gazzeyê bombardûman tê kirin. Bîlanço giran dibe.
LI GAZZEYÊ ZÊDEYÎ 2 HEZAR Û 300 KES MIRIN
Li gorî hejmarên dawî ku Wezerta Tenduristiyê ya Fîlîstînê eşkere kir, di êrîşên Îsraîlê de yên li Şerîda Gazzeyê 2 hezar û 329 kes mirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku 9 hezar û 42 kes jî birîndar bûne. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 700 jê zarok in.
Li aliyê Îsraîlê jî zêdeyî 1300 kes mirin. Îsraîlê ferman da ku Gazze bê valakirin. Amadekariyê dike ku ji bejahî, deryayî û hewayî ve êrişeke berfireh bike.
WHO: VALAKIRINA GAZZEYÊ MÎNA CEZAYÊ MIRINÊ YE
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku veguhastina bi zorê ya bi hezaran nexweşan ji bakurê Gazzeyê ber bi başûr ve tê wateya cezayê mirinê.
FERMANDARÊ HÊZÊN TAYBET ÊN HAMASÊ HATE KUŞTIN
Artêşa Îsraîlê û rêxistina îstîxbaratê ragihand ku fermandarê hêzên taybet ên Hamasê yê tabûra Han Yûnûs Bîlal El Kadra hatiye kuştin. Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê El Kadra 7’ê Cotmehê roja Şemiyê berpirsyarê êrîşên li ser Nîrîm û Nîr Oz bû. Artêşa Îsraîlê her wiha diyar kir ku berpirsyarên sereke yên Hamasê yên li Han Yûnûs, Zeytûn û Cebaliyeyê hatine kuştin.
DYE KEŞTIYA DUYEMÎN A BALAFIRÊ DIŞÎNE
DYE’yê jî ragihand ku piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê ji bo pêşî li çalakiyên dijminane yan jî hewldana berfirehkirina vî şerî bigire” wê keştiya duyemîn a balafiran bişînin Rojhilatê Derya Spî.
BLÎNKEN BI PRENSÊ VELÎAHT Ê SIÛDÎ RE HEVDÎTIN KIR
Li gorî nûçeya AFP’ê jî Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken ku dest bi tûra Rojhilata Navîn kiriye, roja Yekşemê bi Prensê Velîaht ê Siûdî Mûhammed bîn Selman re hevdîtin kiriye.
ÎSRAÎL: ÎRAN DIXWAZE ENIYEKE DUYEMÎN BIDE AFIRANDIN
Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku Îran hewl dide li Sûriyeyê yan jî di ser Sûriyeyê re eniyeke duyemîn a şer biafirîne.
ÇÎN: ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ ZÊDEGAVIYA PARASTINA REWA YE
Wezîrê Karên Derve yê Çînê diyar kir ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Gazzeyê di parastina rewa de ‘zêdegavî’ ye û ragihand ku hikumeta ÎsraÎlê divê şêniyên Gazzeyê bi rengekî komî ceza neke.