ENQERE – Kongreya mezin a Partiya Çepên Kesk ku bi dirûşma “Ji bo azadiyê” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan bi coşeke mezin dest pê kir.
Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li da dixe. Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Ji ber ku li eywanê cih tunebû, bi hezaran kes li derveyî eywanê man. Bi hezaran kesên li ber deriyê eywanê disekinin, li ber ekranên mezin kongreyê dişopînin. Welatiyên li pêşiya eywanê çepikan lê didin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” olan dide. Coşa li pêşiya eywana kongreyê bi gerandina govendê didome û heman coş li hundirê eywanê jî dest pê kir.
Di dema kongreyê de 2 ciwanên welatparêz ên li salonê derketin ser dikê û posterên Rêbertî vekirin û dirûşme qîriyan. Bi sedan kesên li salonê bi tilîlî û dirûşmeyên ji bo Rêber Apo piştgirî dan vê çalakiya ciwanan.
PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD
Eywana kongreyê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşmên kongreyê hate xemilandin. Li eywana kongreyê pankartên ku li ser dirûşmên “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Na ji tecrîdê re aştî a niha”, “Destûr Bingehîn a demokratîk” û “Ne avhewayê lê pergalê biguherîne” hatin daliqandin.
Delegeyan di nava demekî kin de li eywanê cihê xwe girtin. Dê di hilbijartinên nîvro de nêzî 800 delege dengê xwe bidin. Dê lîsteyên endamên Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên giştî bên hilbijartin. Dê PM 80’ê jê esil, 35 jê cihgir û 10 jê fahrî bi giştî ji 125 kesan pêk bê. Di kongreyê de her wiha dê endamên Lijneya Disiplîna Navendî û Lijneya Lihevhatinê jî bên diyarkirin.
Rojeva sereke ya kongreyê çareseriya demokratîk a di pirsgirêka kurd de, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destûra bingehîn in.