REQÊ – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê di çarçoveya hemleya “Piştgiriya şerê azadiyê û hilweşandina dîwarê Îmraliyê” li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO û ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber APO li Reqqayê hate destpêkirin. Îro li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo sînevîzyonek hate lidarxistin. Pêşangeh li ser jiyana Rêber Apo û komploya ku li dijî wî ji aliyê welatên ku doza hevaltiyê dikirin û radestî hikûmeta faşîst a Tirk kiribûn, li ser wî hate lidarxistin.