BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate ragihandind ku li herêma rojavayê Zapê li qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 7 dagirker hatin cezakirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî bi kar anî.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 14’ê Cotmehê saet di 08:30, 10:00 û 15:00 de li bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin. Bi vî rengî hewldana bicihbûnê ya dagirkeran hate rawestandin.
- 14’ê Cotmehê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
- 14’ê Cotmehê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dest li helîkopteran hate werdan. Helîkoptereke Skorsky a ku derb xwar, bêyî ku hêzên xwe li qadê bi cih bike, neçar ma biçe. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 15’ê Cotmehê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 14’ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 14’ê Cotmehê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk ji nêz ve li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
- 14’ê Cotmehê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
- Li herêma Metînayê;
- 13’ê Cotmehê saet di 16:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.
- 15’ê Cotmehê saet di 01:00 de li herêma Metînayê bi çekên nîv otomatîk dest li tevgera helîkopteran hate werdan. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî;
- 13 û 14’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
- 14’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 14’ê Cotmehê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê yên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer 4 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 14’ê Cotmehê qada Şehîd îbrahîm a herêma Zapê carekê, Qadên Gundê Bêşîlî û Golka yên herêma Metînayê 2 caran bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 14’ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”