NAVENDA NUÇEYAN
https://www.nuceciwan128.xyz/ku/taybet-biranina-qada-berxwedan-ya-werxele-besa-4
H. Baz wisa şehîd ket. Piştî şehadeta H. Baz me pir zehemetî kişand. Hevalan wî di hundirê şikeftê de veşart. Ev me bi xwe jî zorleme dikir. Tu di Kurdistanekî de ye lê ji ber ewqas zehmetî tu nikarî hevalê xwe derxî derve û ser vê axa pìroz veşêrî. Ev di mirov de hersekî pir zêde dide avakirin. Me heval Agir jî wisa di hundir de veşart. H. Baz jî di wir de veşart. Tu dixwazî xweş çêkî lê derfet nîne. Me heval Agir bi derfetên xwe di hundirê şkeftê de veşart. Dewlet ewqas wahşe em dikarin wisa bi nav bikin. Her tiştî dike. Ev jî dijî kuralê şer in. Yanî cenazayên me ji nekeve dest de. Ji cenazeyên me ditirsin di wê astê de ye.
Heval Fedaî hebû. Min berî niha behs kir. Ew jî şehîd ket. Dijmin ji bo vî hevalî em nexin hundir tu sîlah tu bisfing nema bikar nanî. Hevalekî şehîde ew êdî ranabe li hemberî te mermî navêje, ew insanekî êdî hereket nake. Yanî ev di tu dewletî de nîne; radibe bi tu sîlah namîne bikarnayne heya ew heval perçe dibe. Yanî heval wisa şehîd dixe. Şehîde zaten. Nahêle tu cenazê xwe bigrî. Bi cenazê te propoganda dike, ji bo tu tehrîk bike dibêje: “ma tu cenazê xwe wisa ji derve dihêlî” Ê ma zaten tu ewqas dewletek vahş bî û insaniyet bi te re nîne wê cenazê me ji der ve bimîne. Yanî ew bi xwe jî vê rastiyê dizane lê bi vî awayî nêz dibin.
Piştî ku şehîd dikeve dîsa bi sîlah lê dide. Ev li tu der de nehatiye dîtin. Yanî mirov çiqas di vê dewletê mêze, bike mirov çiqas behsa tiştên wan yên qirêj bike bi dawî nabe. Ji ber bi her awayì êrîşê hevalên me dikir. Tu cenazê heval nikarîbûn destê xwe bidin. Yanî insaneke miriye… Em jî li hemberî wan şer dikin. Eskerên wan dikevin tunelê me, em bê rêztî nakin li hemberî eskerê wan. Tenê em dikujin. Em ji bo parastina xwe eskerên wan dikujin. Em bê rêztî nakin, em pêlê eskerên wan nakin. Em carnan dibînin heval ew dermandikin. Em di vê astê de ne. Dema poşmantî hebe esker hatiye dermankirin. Tenê ewqas li hemberî me ditirse. Tirseke pir di asta herî jor de ye. Tu ji cenazekî ditirsî. Ev ji bo wan şikestine. Ji bo wan di vî şerî de binketin e. Mirov dikare wisa binav bike. Piştî wê bi awayekî wisa dîsa kimyasal bi kar anî. Dixwest ku hevalan dest bigire û wan wisa bi kar bîne. Bi vî awayî pir zêde kîmyasal dişixwiland.
H. Helbest jî heye. Heval, dimenê heval Helbest dîtine. Heval di teqemeniyê de kîmiyesal xwar heval wisa bandor bû. Heval wekî zarokan lê hatibû. Te li heval mêze dikir heger ev heval biketa destê dijmin ew çawa ba. Dijmin zaten vî dixwaze. Lê me heval anî hundir. Heval heya du rojan tenê dikeniya. Yanî tu di milekî de pir pê dêşe hevalekî di vê astê hatiye. Çi tiştek nayê bîra wî. Pir bi êşe. Yani tenê Rêbertî naskir, navê xwe yê malê jibîrkir, tenê Rêbertî naskirin pir tiştekî bi wateye. Demekkî çi dibe bila bibe girêdabûn heye. Heval Helbest di wê vîdoyê de şehîd nakeve. Heval piştî vê vîdoyê baş dibe. Ew îradeya mirov dihêle ku mirov li ser piyan bihêle. Heval Helbest piştî 2 rojan dîsa hat serxwe yanî wisa qederekî em bêjin hate serxwe. Bi şêwazeke cuda ser sekinîm, bi tiştên cuda ve heval bi vî awayî hate ser hişê xwe.
Ev me pir kêyfxweşkir. Carnan hevalek diket wisa bi kîmyasalê bandor dibû tu enerjiya xwe dide û her tiştê xwe dide ji bo heval başbibe. Dema baş dibû te digot qey dunya bûye ya me. Em di wê astê de bûn. Heval Helbest di wê vîdeoyê de dîsa başdibe. Wisa şer bi giranî dewan dikir. Piştî demekî kepçe hat. Yanî dixwazin bi wan kepçe, bi wan çekên qedexekirî yên ku bi kartînin dixwazin ewqas dîrok di bin enqazê de bimîne. Yanî li van axan, ji van kevirana ditirsin. Evqas di vê astê de ne. Êdî me bixwe jî digot ev tam bê çarebûnê li hemberî gerîla jiyan dikin. Ger îro tu bi wan çekên qedexekirî, bi çekên NATO nikaribî bi ser bikevî êdî herî dawî şansê te kepçe be tu binketiyî. Yanî ev binketineke ji bo te ye. Yanî ger te çûbaya wan çekan li hember dewletek din bikar baniya wê deh caran bi binketibûna. Lê ev li hemberî rerîla bê çarebûyîna wan e. Piştî ewqas kîmyasal, piştî ewqas teknîk ku dihate bikaranîn hemû qad, hemû heywanên li derdorê dimirin. Yanî tu tişt ne dima ew şkeft hemû dihejand. Di vê astê de bû. Lê dîsa gerîla bi derfetên xwe li ser piya dima.
Heger îro wan teqemeniyên mezin em dernakevin derve, em teslîmê vê dewletê nabin, heger em heya dawî şer bikin ev girêdanbûna me bi vê axê ve ye, bi vî gelî re ye û girêdabûna me bi Rêbertî ve ye, bi şehîdan re ye. Ger ew bûna li şûna me, wê dîrek derketana xwe teslîm bikirana. Ji ber girêdabûna wan bi tiştekî ve nîne. Tanê girêdanbûna wan pere ve ye. Yanî perê wan hebe bese.
Ji ber pir kîmyasal bikar tanî pir ser me hevalên jin bandor dikir. Ev bandoreke xwe pir zê de çêbû. Dibêje jin bi porê xwe ve xweşike. Rêbertî her dibêje bila hevalên jin porê xwe qut nekin, bila porê hevalê jin her tim dirêj be. Ev ji bo me talîmateke ye. Porê me hevalê jin dirêj bûn. Kîmyasal bi awayekî li ser porê me wisa bandor dikir. Em bê hal dixistin. Dibê ji bo tu şerê serkeftî bikî îro min canê xwe danîbe ortê pêwîst bibe ez her tiştên din jî bikim. Ji bo vî jî me her 6 hevalên jin biryar da ku em porê xwe qut bikin.
Elbet ev biryar pir zehmet bû. Ez bêjim wekî hevalek jin ev biryarekî pir pir zehmet bû. Porê xwe qût kirin… Lê ji bo tu vî şerî bi serbixî tu mecbûrî tu her tiştî bikî. Hevalê xort pir bandor bûn. Tevlî me nebûn em porê xwe qût bikin. Destpêkê digotin em tevlî nabin. Ji xwe reflêksê hevala jî derket lê em mecbûr bûn. Ji bo em bikaribin li hemberî vî dewletê şer bikin pêwiste me her tişt bikirba. Bi vî awayî me he 6 heval porê xwe qut kir. Elbet di deqa ku me porê xwe qut kir me dizanîbû ku perçeyeke ji canê me diçe. Bi rastî por pîroze. Rêbertî jî pir ji porê jinê hezdike ji bo vî jî me porê xwe tu caran nedavêt û em qut nakin. Lê derfet carnan diguhere. Pêwîste mirov bi vî awayî jî nêz bibe. Mirov bêje ji bo şerekî serkeftî, ji bo jiyanekî azad pêwîste mirov her tiştî bike. Ji bo wî me bi vî awayî her 6 heval porê xwe qutkir. Me li sifirê da. Destpêkê em pir bandor bûn lê em mecbûrbûn.