TORÎNO – Li bajarê Torîno yê Îtalyayê bi pêşengiya Comunîta Kurda û Defend Kurdistan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hat lidarxistin. Meşa li ber Pîazza Castelloyê dest pê kir bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî tevlî bûn. Di meşê de alên YPJ û YPG’ê hatin hildan. Di meşê de pankarta mezin a Înîsiyatîfa Defend Kurdistanê ku bi zimanê Îtalî “Li dijî faşîzma Erdogan em bi gelê Kurd re li ber xwe didin, bila qada hewayî ya Rojava ji firînê bê girtin, azadî ji bo Apo” hat vekirin.
Meşa li ber Pîazza Castello dest pê kir heta Piùy ku Rai TV’î li wire berdewam kir. Rojnamevan Laûra Schrader li vir axivî. Schrader, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga yekitî û hevgirtinê kir.
Di dema meşê de belavok hatin belavkirin. Meş rastî eleqeyek mezin a nîştecihên bajêr hat. Meş li qada Vittoria bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, ”Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Rojava” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.