ŞEHBA – Îro li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê, di bin dirûşmeya “BÊ SEROK JIYAN NABE, BIMRE ÎXANETA DEWLETA DAGIRKER Û BIJÎ BERXWEDANA ROJAVA”, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke girseyî li dijî komploya navdewletî û tecrîda giran a li ser Rêber Apo li dar xist. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û silogana “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin. Bi vê yekê ciwanan helwestê xwe ya li dijî komployê da nîşandan.