NAVENDA NUÇEYAN – Dayika du gerîlayan Sûltan Îbrahîm diyar kirku ew deyndarê keda 20 salan a Rêber APO a li Rojava ne û destnîşan kir ku gelek ji xewa mirinê hişyar kir.
Sûltan Îbrahîm (75) ku di salên 1990’î de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, du kurên xwe bi destê xwe tevlî nava refên gerîla kir. Kurê wê Barzan Îbrahîm (Memo Îbrahîm) sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû, di sala 1995’an de li Botanê şehîd bû. Kurekî wê jî têkoşîna xwe hîn dewam dike. Dayika Sûltan qala dîtina Rêber APO li Lubnan û Şamê kir, her wiha bandora karên Abdullah Ocalan ên li ser Rojavayê Kurdistanê vegot.
TALEBE NAS KIR
Dayika Sûltan qalê kir bê çawa PKK’yî nas kir û got, “Min bi navê Apoyî yan jî PKK’ê tevger nas nekir. Destpêkê bi navê ‘Talebe’ dihatin naskirin. Piştî ku hevalên jin hatin mala me min heval nas kir. Hevala destpêkê ya ku hat mala me Hevala Salîha bû. Wê demê em ditirsiyan. Eger rejîma Baasê pê bihesiya wê bihata wateya mirinê. Min destpêkê axaftina hevala Salîha red kiribû, tirsiya bûm. Her wiha maleke hevalan li taxa me hebû. Ji aliyê madî ve gelekî xizan bûn. Şekirê wan tune bû ku bixin nava çayê, xwarina wan tune bû. Hevserê min ew nas dikir. Bi dizî çay, şekir, xwê û xwarin ji wan re dibir. Mirovên gelekî pak, durust û hurmetdar bûn. Hem hatina hevala Salîha ya mala me, hem jî têkoşîna wan zarokên ciwan ku dest ji mala xwe berda bûn, tî birçî têdikoşiyan, bandor li min kiribû. Bandoreke hestewarî bû. Me Rêber Apo yan jî PKK nas nedikir. Piştre me fêhm kir ku milîtanên Rêber Apo bûn. Em negihîştibûn wê têgihiştinê. Me tenê rêbaza jiyanê ya talebeyan dîtibûn û bandor li me kiribû.”
WÊ BI XWE JÎ DEST BI KAR KIR
Dayika Sûltan piştî demekê bi xwe jî tevlî kar bû. Qala wê demê kir: “Li taxên Hîlko û Kornîş ên Qamişloyê tevlî karên rêxistinbûnê bûm. Em li nava mala digeriyan û tevlî nava gel dibûn. Malbatên ku deriyê xwe li me venedikirin em dîsa diçûn gel wan, me xwe didan naskirin û didan qebûlkirin. Me bi hêsanî dest jê bernedidan. Em çûn gel her malbatê, me ji wan re qala têkoşînê dikir. Civîn lidar dixist, ji bo kar bimeşînin alîkariya madî kom dikir.”
Dayika Sûltan ku li Lubnan û Şamê firsen dît ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike, li wî guhdarî bike, axaftina xwe wiha dewam kir: “Demeke dirêj axivî. Timî diaxivî. Qala rastiya gel û dijmin dikir. Li nava çavên me dinihêrî û diaxivî. Digot ku gelê Kurd ji bo kêliyekê jî bêtêkoşîn nikare bijî. Hewl dida bide fêhmkirin ku êrîşên dijmin wê nesekine, berdêlên mezin wê bêne dayin û timî dipirsîn ku em jê re amade ne yan na. Rêbazeke welê pêk dianî ku timî berê mirovan dida têkoşînê.
JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ
Axaftinên balkêş dikir ku hezkirina ji welêt û girîngiya azadiya welêt destnîşan dikir. Têkildarî jinan gelek nirxandin kir. Têkiliya rêxistinbûna gel, zanebûna civakê û raperîna wê bi asta rêxistinî û karên jinê ve datanî. Digot ku divê mirovekî bi tenê jî divê vala nemîne, ji destê kê çi tê divê bike. Rêber Apo gel ji xewa giran hişyar kir, dijminê me da naskirin. Gelekî di xewa mirinê de bû hişyar kir. Piştî ku ji gel Rêber Apo vegeriyam bi coşeke mezin tevlî kar bûm. Min soz da ku êdî mîna berê nebe. Mala min êdî bûbû mala hevalan, veguherîbû kampekê.
ME BI PKK’Ê RE TIRS TÊK BIR
Em gel û civakeke dervemayî bûn. Me nizanîbûn em ji bo çi dijîn. Bi hatina Rêber Apo re me dest bi pirsa pirsên ‘çima û ji bo çi dijîn’ kirin. Me fêhm kir ku çawa dijîn, têkoşîn çi ye, em ê çawa karibin mafê xwe bi dest bixin. Piştî ku me xwe gihand asta hişmendiya neteweyî, êdî ji rejîma Baasê neditirsiyan. Êrîş, êşkence û girtinê em neditirsand. Me zanîbûn ku eger dixwazin gel û xaka xwe biparêzin divê li ber êrîşên dijmin rabin.
HÊRSA LI DIJÎ DIJMIN ZÊDE BÛ
Gelek zane kir, ked da. Rêbertî ev yek kir. Ji ber vê yekê derketina wî ji Sûriyeyê bivê nevê bandor li gelan kir, lê kar nesekinî. Berevajî, hêrsa me ya li hemberî dijmin hîn zêde bû. Vê yekê jî asta têkoşîn û berxwedanê bilind kir. Eger em îro hîn li ser piyan e, dijîn û me xwe gihandine cewhera xwe ev yek bi saya Rêber Apo ye.”