NAVENDA NUÇEYAN – Derket holê ku wesayîta li ser rêya gundek yê navçeya Koye ji aliyê balafirek bê mirov û biçek ve hate bombebarankirin, ya şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê ye û di encama êrişê de ji heman malbatê welatiyek jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne.
Danê siharê li gundê Kanî Kendî ya ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hate bombebaran kirin.
Derbarê êrişê de cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê Koye Şêrwan Celal ji ajansa me re axivî bû û gotibû; “Bûyer li nêzî Koye pêkhat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest daye û 3 kesê din ên di nava wesayîtê de jî birîndar bûne.”
Wesayît ya malbatek xelkê Mexmûrê bû
Derket holê ku wesayît ya malbatek xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ye. Li gorî agahiyên ji rêveberiya Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê hatine standin, di encama êrişê de ji heman malbatê welatiyê bi navê Dilovan Îşlek ku şofêrê wesayîtê bû şehîd ketiye û 3 jinên din jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan mal xezûra xwişka Dilovan Îşlek li Ranyayê karê lawirvaniyê dike, bi vê boneyê serdana Ranyayê kiribûn û dema vedigerin wargehê dibe hedefa êrişa balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk adagirker. Malbat û xelkê Mexmûrê ji bo cenaze werbigrin, berê xwe dane Koyeyê.
Hêjayî gotinê ye di di 7’ê Cotmehê de jî balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker mizgeftek wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bibûn. Herwiha di 13’ê Cotmehê de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kiribû û di encamê de jinek birîndar bibû.
https://www.nuceciwan128.xyz/ku/dewleta-tirk-bombe-li-wargeha-mexmure-barand-jinek-birindar-bu/