REQA – Di nav deqyan de Yekîtiya Jinên Ciwan û Jinên ciwan ên MSD forûma xwe ya ”Bi penç rêgezên jin serbixe azadî, jin jiyan azadî” li Reqa Meqteba MSD li dardixin. Bi tevlîbûna jinên ciwan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û bi delegeyên ji netewên Kurd, Ermên, Ereban ve forûm bi deqeyek rêz girtin hat despêkirin.
Berî demekî di pêşeşengtiya Yekîtiya Jinên ciwan ve li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li her kanton komxebatên li ser 5 rêgezên birdozîya azadîya jin hatin li dar xistin. Di her Kantonê de rêgezek hat dest girtin. Di encamê van komxebatan de îro forum tê li dar xistin.
Di diwanê de Ruheyv Agirî, Islam Abdais û Lusnak Kavorîya cihê xwe digrin.
Destpêkirina forum de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Zeyneb Hiso axavî û diyar kir ku em vê forûmê diyariye Rêber APO dikin. Hiso, “Di çerçoveya hemleya ”Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirekê kurd re çareserî” ev xebat tê li dar xistin. Rêber APO pêşengtîya tekoşîna ji bo azadîya jin kir û ti carî jî def ji vê berneda ye. Rêber APO hişt ku jin têkevin ferqa hêza xwe û li ser vê esasê xwe bi rêxistin bikin. Ji bo tevahî civak bigihşe azadîyê, Rêber APO 5 rêgezên birdozîya azadîya jin diyarî hemû jinên azadîxwaz û berxweder kir. Li ser vê esasî em îro li vê derê bi pêkhateyekî ji netewên Kurd, Ereb û Ermên kombûn û dixwazin çareserî niqas bikin. Bi 5 rêgezên azadîya jin xwe birêxistin bikin û em bin hêza guhertinê. Jin bû arteş, bû partî. Li hemberî Daiş berxwe da, li hemberî hemû êrîşên dagirkerî berxwe dide. Li hemberî zihniyeta zilam li berxwe dide û tekoşîn dike.”
Forum wê bi bernameyek dewlemend berdewam bike. Sînevizîyon li ser her 5 rêgezên azadÎya jin werin temaşe kirin. Perspektîf werin xwendin û li ser vê esasê niqaş were pêşxistin. Di dawiyê de di encama niqaşan de encamnameyek were nivisandin û daxûyanîya vê were dayîn.