BASEL – Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li bajarê Basel ê Swîsreyê ragihand; Werin Em Tevgerê xwedî derkevin! Li ser bangawaziyê ciwanên şoreşger di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re re Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû destpêkirin, çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan tevî astengiyên polîsan jî çalakiya xwe berdewam kirin.
Di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji bo ciwanan de diyar kirin ku ew jiyanek bê Rêber APO qebûl nakin û bang li hemû ciwanên şoreşger kirin ku di şexsê Rêber APO de komploya navneteweyî ya li dijî tevahî gelê Kurd têk bibin, dakevin qadan.
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” dawî li çalakiya xwe anîn.
Li ser banga Koordînasyona TCŞ û TekoJIN’ê ya ji bo xwedî derketina pêngava ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, weke ciwan çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li gelek deverên Ewropayê bidomînin.