DERÎK – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku ew tevlî hamleya azadiyê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin bûne. Piştî meşa ku bi sedan kes beşdar bûn, ji aliyê Ciwanan ve daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Ciwanan diyar kirin ku beşdarî nava pêngeva Azadiyê bûne.
Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin, “Em weke ciwan tu carî li hemberî tecrîdê bêdeng namînin. Li ser esasê pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin “Cenga Azadiyê Serbixin” em diyar dikin ku em tevlî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dibin.
Daxuyaniya çapemeniyê wiha ye:
Îro tecrîda li ser Rêber Apo li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze gelê Kurd bi temamî tine bike. Dewleta Tirk a faşîst a dagirker jî dizane ku îro gelê Kurd diparêze Rêber Apo ye û ji ber vê jî roj bi roj tecrîda li ser Rêber Apo zêde dike. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze hêza parastina gelê Kurd tine bike, lewma êrîşî gerîlayên azadiyê dike. Lê têkoşîna gerîlayên azadiyê ev êrîş şikandin. Li aliyê din jî bi awayekî hovane êrîşî gel dike. Êrîşên dawî jî dixwazin tecrîdê hîn kûrtir bikin. Armanca sereke ya vê yekê dûrxistina raya giştî ji fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ev êrîş çawa bên kirin jî em ê weke ciwan heta tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin em ê van xakan biparêzin. Em ê her tim têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Em weke ciwan li hemberî tecrîdê tu carî bêdeng namînin. Li ser bingeha pêngava Cenga Azadiyê Serbixin em radigihînin ku em tevlî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseri” a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, dibin.
Di dawiyê de em weke ciwan û jinên ciwan soz didin ku em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.