ŞEHBA – Dûh li navçeya Ehdas a Şehbayê di derbarê şerê gelê şoreşgerî, komploya navdewletî û tecrîda li ser rêber APO û li ser êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriye ji aliyê tevgera ciwanên şoreşger ve civîn ji ciwanan hat lidarxistin û nîqaş di wê derbarê de hatin kirin, di civînê de erk û misyona dikeve ser milê ciwanan û çawaniya xweparastina ji êrîşên dijmin hatin
nîqaşkirin.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û bi girtina perspektîvên girîng bi dawî bû.