KOBANÊ – Îro li dibistana Şehîd Hogir semînerek hat dayîn. Ev semîner ji bo bÎranîna Şehîd Beritan ku di 25’ê Cotmehê 1992 şehîd ket hat dayîn. Dema 1992 dewleta tirk a dagireker bi alîkarîya PDK a îxanetkar êrîşê çiyayên azad dike şerekî dijwar derdikeve. Şehîd Berîtan jî ji ber ku êrîşên dagirker û zihniyeta zilam ya kevinşop qebûl nekir ji bo welatê xwe bipareze û ji herkesî nişan bike ku ji jî dikarin şer bikin silah radike. Şehîd Berîtan heya dawî berxwe dide. Dikeve dorpeçe dijmin û cepîlcanêye wê jî namaye ji bo nekeve destê îxanetkara xwe ji zinaran çiyayên azad diaveje.
Li ser xeta Şehîd Berîtan gerîllayên azadîye Kurdistan berxwe didin. Bi pêşengtîya gerîllayên jin YJA-Star li Zap, Avaşîn û Metîna dîrok hat nivisandin. Niha bi hezar keçên rojê bûnê Berîtan.