REQA – Meclisa Ciwanên Sûriyê Demokratîk û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebateke bi sernavê: “Rola pêşeng a ciwanan di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li salona Meclîsa Sûriya Demokratîk ya Reqa li dar xistin, di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”.
Zehmetî û astengiyên di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de û rola pêşeng a ciwanan di avakirina wê de, bi amadebûna tevger û rêxistinên ciwanan û endamên partiyên siyasî yên ji netewên cuda hatin nîqaş kirin.Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçerve hate kirin û wiha got: “Siyaset hunera birêvebirina civakê ye. Mirov ku bi xwezaya xwe exlaqî ye û ramanwer e jî mirovekî siyasî ye.” Got jî: demokrasî edalet e û dema demokrasî hebe, edalet jî heye û kelekê wê, civaka ku tê de edalet hebe, civakeke demokratîk e. Çand û îradeya civakê ji bo avakirina civakeke exlaqî û sîyasî girîng e.”
Her wiha got, “Rola jin û ciwanan di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de rola pêşeng e û bi azadiya jinê û birêxistinkirina ciwanan ew civak dikare were avakirin.”
Piştre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sarah Îbrahîm parçeyên nirxandinên Rêber Apo yên der barê civaka exlaqî û polîtîk de xwend.
Paşê dîwanê sê mijarên sereke yên rojeva komxebat ravekir:
1- Zehmetî û astengiyên li pêşiya ciwanan di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de.
2- Rola pêşengiya ciwanan di avakirina civakeke exlaqî û siyasî de.
3- Pêşniyar û çareserî.
Piştre qada nîqaşê ji bo beşdaran hat vekirin. Beşdarên Komxebatê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin. Anîn ziman ku êrîşên ku li ser civakê tên kirin hedef û armanca wan hêza ciwanan e, ji ber ku hêzên desthilatdar dizanin ciwan hêza pêşeng a civakê ye, ji ber vê her tim ciwan di hedefa wan de ne. Her wiha, diyar kirin ku di komxebatê de bi berfirehî rola pêşengtî ya ciwanan hat nîqaşkirin.
Komxebat bi xwendina encamnameyê ji aliyê Cîgira Desteya Ciwan û Werzîşê Jînda Yûsif bi dawî bû:
1- Ciwan tevlî komîteyên komînan bibin û di nava her komînê de komînên taybet ji bo ciwanan ava bikin.
2- Li her herêmekê semîner bi vî rengî ji bo endamên tevger û partiyan werin li darxistin.
3- Perwerdeyê ji bo kesên di nava tevgeran de bi taybetî û civakê bi giştî werin vekirin.