EDENÊ – Yekîneyên YCWK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi şev saet di 00.25’an de li ser rêya Edeneyê/Tarsusê kamyonek bi şewitandin e. YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi vê çalakiyê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin silav dikin.
Daxuyanî wiha ye:
19’ê Cotmehê saet 00:25’an de kamyona ku li ser rêya Edeneyê/Tarsusê bû ji aliyê yekîneyên me ve hat şewitandin û îmhakirin. Di encama lêkolînên me de hat tespîtkirin ku bi vê kamyonê ve erzaq ji qereqola artêşa dagirker a Kurdistanê re dibir.
Divê dewleta Tirk bizane ku em ê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” ku di van rojên dawî de li çaraliyê cîhanê hatiye destpêkirin û êrîşên li dijî gelê sivîl ên Rojava de, çalakiyên xwe bi tundî û xurtir bidomînin. .
Çalakiyên me heta azadiya fizîkî ya Rêber APO bi dest bixin wê hîn zêdetir bidomin. Em ê ti carî destûrê nedin ku hûn êrîşî destkeftiyên me yên ku me di encama berdêlên giran, bi hezaran şehîdan de bi dest xistine. Wê her tim nefesa me stûyê we de be û hûn guman nekin ku em ê bersiva her êrîşa we bidin. Em ji we bêtir nêzîkî we ne.
BİJÎ SEROK APO,
BİJÎ BERXWEDANA ROJAVA