HESEKÊ – Ciwanên Meclîsa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê hatin cem hev, di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kirin ku ew pêngava 10’ê Cotmehê a ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin xwedî derdikevin.
Rêxistinên Ciwanan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Heseke beşdarbûna xwe yê hemleyê “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ragihandin. Bi sedan endamên Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk, Ciwanên Partîya Yekîtiya Demokratîk, Ciwanên Partîya Sûriyê Pêşerojê, Encumena Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistan, Tevgera Ciwanên Şoreşgera Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, Yekîtiya Ciwanên Sûriyanên Pêşveru, Ofîsa Ciwanên Desteya Niştîmaniya Arabî, Ofîsa Ciwanên Partiya Nûjen û Demokratîk, Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk, Ofîsa Ciwanên Meclîsa Civakî ya Ermenî, Desteya Ciwan û Werzîşê, Yekîtiya Werzîşê li Parka 4’ê Nîsanê kom bûn û daxuyaniyekî dan.
Daxuyanî aliyê endamê Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Ehmed Alî ve bi zimanê Kurdî hat xwendin:
Ciwanan diyar kirin ku ew wekî Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk “MSD-Ciwan”, bi hemû rêxistinên ciwanan, ciwanên partiyên siyasî, rêxistinên jinên ciwan û ciwanên demokatîk vê kampanyayê silav dikin û bi coşekî germ tevlî wê hamlê dibin.
Em tecrîda giran a li ser rêber APO şermezar dikin û bang ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber APO dikin!
Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk Ehmed Alî ve bi zimanê Kurdî hat xwendin wiha ye;
JI BO RAYA GIŞTÎ
Hemû nakokî, kirîz, şer û valahîya ku îro Rojhelata Navîn bi taybetî cîhan bi tevahî dijî, diyar dike ku êdî hêzên împeryalîst û sistema cîhanî ya heyî nema dikare rê li ber van bûyeran bigire. Bi ser de jî kirîza aborî ya cîhanî, şer û pevçûnên ku li cîhanê bi temamî rû didin, tekez dike ku êdî ev hêz û sîstem nema dikarin çareserîyekî ji van bûyeran re bibînin û her wiha dixwazin ku hîn berdewam bike heta ku bikaribin berjewendiyên xwe bi dest bixin.
Yê ku bang li gelan kir ku pêwîstbûyina wan bi sîstemekî alternatîf heye, li ser esasê demokrasî, azadiya jinê, wekhevî, û ekolojî, rêberê gelan Rêber Apo bû. Bi hemû hewldanên wî ji bo bi rêxistinkirina hemû gelên bindest û danasîna wan bi xeteriya van hêzên kapîtalîst li ser vîna gelan, hêzên emperyalîst û hegemonîk hîs kirin ku kesayetekî wekî rêber APO êdî bûye xeterîyekî li ser wan û li ser sîstema wan. Ev hêz dest bi komployekê kirin, bi destên îstixbaratên wekî Emerîka, Birîtaniya, Îsraîl, Tirkiyê û dûvikên wan ên di rojhelata navîn de. Ev komplo di dema derxistina rêber APO ji Sûriyê di 9’ê Cotmehê 1998’an de heya ku bigihêje 15’ê sibata 1999’an de destpê kir, heta ku Rêber Apo li paytexta Kenyayê Neyîrobî de hate dîlgirtin û ew radestî dewleta Tirk a dagîrker kirin. Bi dadgehkirinekî bi ne rewa û xapînok cezayê bidarvekirinê lê birîn û paşê dîlgirtina heyaheya lê hate spartin.
Ev îro 25 salin ku Rêber APO di girava Îmraliyê de di tecrîdekî dij-mirovî û dij-exlaqî de dijî û ev tecrîd derweyê zagonên mafên mirovan e û wekî sûcekî dij-mirovî tê hesibandin.
Li ser van bingehan û piştî demekî dirêj ji ber bê agahîbûyîna ji Rêbertî û ji bo fizikî azadiya Rêber Apo di dîroka 10’ê Cotmeha 2023’an de, li ser asta cîhanî de pêngava “JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ hate ragihandin. Em wekî Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk “MSD-Ciwan”, bi hemû rêxistinên ciwanan, ciwanên partiyên siyasî, rêxistinên jinên ciwan û ciwanên demokatîk vê kampanyayê silav dikin û em bi coşekî germ tevlî wê dibin.
Em tecrîda giran a li ser rêber APO şermezar dikin û bang ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber APO dikin. Her wiha bangên me ji bo hemû gelên bindest, jin û ciwan hene ku tevlî vê kampanyayê bibin û piştgiriyê jê re bikin da ku wekî rêber APO dixwaze, rojhelata navînek demokratik û azad were avakirin û mafên her gel û her kes ku tê de azad bijî.
“Bijî Serok Apo”
“Bê Serok Jiyan Nabe”