BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, gerîlatiya modernîteya demokratîk bi ruhê fedaî yê Apoyî bi serketî dixin pratîkê û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên hêzên me de ku bi rêbaza şer a tîmên pispor pêk anîn, 25 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 7 kon û çeperek hatin îmhakirin û derb li 5 çeperan hate xistin. 2 hevrêyên me yên ku bi wêrekiyeke mezin li dijî dijmin şer kirin bi lehengî şehîd bûn.
Çalakî ji bo bîranîna fermandara me ya jin a pêşeng hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û silavkirina salvegera 30’emîn a YJA Starê hatin lidarxistin ku hêza xweparastinê û hêviya azadiyê ya jinan e.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
Li herêma Zapê;
- 16’ê Cotmehê saet di 10:30’î de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi çekên giran li konên dagirkeran xist û 2 kon hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist û konek îmha kir, derb li leperekê xist. Baskê sêyemîn ê çalakiyê ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî li kon û çeperên dagirkeran xist. Li vê derê jî konek û çeperek hatin îmhakirin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 15 dagirker hatin cezakirin, 4 kon û çeperek hatin îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.
- 18’ê Cotmehê saet di 07:30’î de komek ji hevrêyên me dema ku li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi erka xwe radibûn, bi dagirkeran re şer kirin. Cihê ku hêzên me lê bû 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Piştre jî ji bejahî ve 2 rojan qad hate bombekirin. 19’ê Cotmehê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimî. Li vê derê 2 dagirkerên payebilind hatin cezakirin. 2 hevrêyên me yên ku bi wêrekî û biryardariyeke mezin li dijî dagirkeran şer kirin, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
- 19’ê Cotmehê saet di 08:00 û 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
- 19’ê Cotmehê saet di 01:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
- 19’ê Cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên nîv otomatîk derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Cotmehê saet di 06:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 19’ê Cotmehê saet di 10:00 û 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Li herêma Metînayê;
- 19’ê Cotmehê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiyek li dijî dagirkeran hate kirin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi sûîqestê 2 dagirker ceza kir. Baskê duyemîn ê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xist. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî bi çekên nîv otomatîk li kon û çeperên dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 kon hatin îmhakirin û derb li 3 çeperan hate xistin.
- 19’ê Cotmehê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
- 19’ê Cotmehê saet di 13:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkera hate xistin.
Li herêma Xakurkê;
- 19’ê Cotmehê li Girê Şehîd Cûdî hêzên me dagirker xistin bin kontrolê. Saet di 15:20’î de bi çekên nîv otomatîk û taktîka sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 19’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê carekê bi droneyên bombebarkirî û carekê bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.
- 19’ê Cotmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî 7 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Barzan bi topan hatin bombekirin.”