HELEBÊ – Îro li taxa Şex Mesûd a bajarê Helebê, Tevgerê Ciwanên Şoresger û Yekîtîya Jinên Ciwan, di çarçoveya hemleyê “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, meşek li dijî tecrîdê li ser Rêber Apo li dar xistin. Al û pankartên Rêber Apo hatin hildan û siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Meş li ber navendê Tevgerê Ciwanên Şoreşger dest pêkir û li taxa Eşrefîyê bi dawî bû.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, Hêva Bekir axivî û diyar kir ku ji bo Rêber Apo fîzîkî azad bikin pêwîste ciwan her tim li kolanan bin, heta ku bigihêjin armancê xwe.