BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû. Cemîl Bayik bang li gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokratîk kir ku tevlî pêngavê bibin û ji bo serkeftina wê bixebitin û wiha got:
Tecrîda li ser Rêberê APO didome. Nêzî 3 sal in ti agahî jê nayê girtin. Hûn vê pêngava têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
Di dîrokê de gelek komplo hatin kirin, lê ez bawer nakim ku mînaka komploya li dijî Rêber Apo li cîhanê hebe. Ev komployeke mezin e. Ji ber vê jî li hemberî komployê helwesteke xurt pêwîst e. Rêber Apo komplo analîz kir, kîjan hêz komployek wiha pêk aniye û çima, li hemberî komployê divê em çi helwestê nîşan bidin, çawa dikarin komployê pûç bikin, tevgeriya. Ji ber vê yekê di şexsê xwe de komplo pûç kir. Li hemberî pergala ku komplo pêşxistiye alternatîfek mezin afirand. Hem ji tevgera me, hem jî ji gelê Kurd re û hem jî ji mirovahiyê re ev alternatîf pêşkêş kir. Wî paradîgmayeke bi hêz da mirovahiyê. Rêbertiyê bi vî rengî bersiv da komployê. Gelê me, tevgera me ti carî ev komplo qebûl nekir. Li dijî komployê rawestiya. Hevrêyên me yên li girtîgehê komplo baş fêm kirin û hevrê Halît Oral bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin’ çalakiyek lidar xist. Di wê çalakiyê de bang li gelê Kurdistanê kir. Yanî di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd got ku tevger di bin xeteriyeke mezin de ye. Ev hate fêmkirin. Ji ber vê sedemê hem li zindanê hem jî li derve li dijî komployê helwesteke tund hate nîşandan. Gerîla jî bi tundî li dijî komployê rawestiya.
Eger Rêber Apo ev komplo vala derxist, ev yek bi piştgiriya gel û gerîla bû. Rêber Apo jî piştre ev yek anî ziman. Rêbertî got, ‘Ger ne ji gel û gerîla bûna, li hemberî komployê derketin wê ji bom in jî zehmet ba. Ez hem spasiya gerîla hem jî ji gel re dikim.” Komploya li dijî Rêber Apo çima pêk hat? Ji ber ku Rêber Apo Kurdên azad diafirand û têkoşîna demokrasî û azadiyê li Kurdistanê geş dikir. Ev têkoşîn roj bi roj mezintir dibû. Vê têkoşînê ne tenê li gelê Kurd li gelên Rojhilata Navîn jî bandor kir. Hêzên modernîteya kapîtalîst ev yek weke xeteriyeke mezin dîtin. Ji ber ku dixwestin destwerdana Rojhilata Navîn bikin. Dema ku ew dixwestin mudaxele bikin jî, têkoşîna Rêber Apo ji bo wan bû asteng û xeterî. Ji bo destwerdana Rojhilata Navîn bikin û li gorî berjewendiyên xwe teşe bidin, dixwestin xetereya ku Rêber Apo li ser wan dike ji holê rakin. Fêmkirin ku bi mudaxaleya ku ew ê bikin bêyî ku xeteriyê ji holê rabikin wê nekarin bigihîjin armancên xwe û heta wê encamê berovajî bistînin. Lewma ji bo bêbandorkirina tevgerê û gelê Kurd Komploya Navneteweyî pêş xistin.
Armanca komployê bi temamî tinekirina Rêber Apo, PKK’ê û Kurdên azad bû. Çawa ku Rêber Apo li dijî komployê rawestiya, gelê me jî bi awayekî gelekî xurt li dijî komployê rawestiya. Heta berdêlên giran jî da. Bi taybetî jinên Kurd li dijî komployê gelekî xurt rawestiyan. Bi xurtî li dijî komployê derketin, îro ji cîhanê re bûne mînak, hem tevger û hem jî gelê Kurd weke mînak nîşan didin. Ji ber ku li dijî komployê helwesteke tund nîşan da, îro pirsgirêka Kurd gihiştiye hemû cîhanê. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker heta niha nehiştibû ku hemû serhildanên li Kurdistanê bigihêjin cîhanê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk nexwest ku cîhan vê pirsgirêkê bizanibe. Lê belê Rêber Apo, PKK’ê, gelê Kurd û jinên Kurd li hemberî vê yekê rawestiyan, berdelên mezin dan, êşên mezin kişandin, lê têkoşîn ji sînorên Tirkiye û Kurdistanê derxist û hişt ku bigihêje cîhanê. Haya cîhanê ji pirsgirêka Kurd hebû. Têkoşîna Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd dît. Bi têkoşînê me re li cîhanê dostên me çêbûn.
Van dostên me jî ji bo têkoşîna gelê Kurd dest bi xebatê kirin. Mînak sendîkayên li Îngilîstanê têkoşîneke mezin dan. Li Îtalya, Fransa û gelek deverên din ên Ewropayê jî konser hatin lidar xistin. Di kongreyên dawî yên sendîkayên cîhanê de jî xwedî li Rêber Apo derketin. Pejirandina Rêber Apo, tevgera me û gelê Kurd roj bi roj zêdetir bûye. Li ser vê bingehê dostên Kurd pêngavek dan destpêkirin. Bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dest bi têkoşînê kirin. Ev bi temamî ji aliyê dostên me ve, ji bilî tevgera me û gelê me hate pêşxistin. Ev pir watedar û girîng e. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka kurd êdî li cîhanê belav bûye. Li gelek deverên cîhanê gel, sosyalîst, jin, ciwan, ekolojîst, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen beşdarî vê pêngavê bûn, bangawazî kirin û hişyarî dan cîhanê. Ev jî nîşaneya wê ye ku Komploya Navneteweyî êdî nikare Rêber Apo di girtîgehê de bihêle.
DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ YÊN DIXWAZIN PÊŞÎ LI PÊNGAVÊ BIGIRIN HELWESTEKE BIRYARDAR NÎŞAN BIDE
Hêzên komploger, dewleta Tirk a faşîst û hin Kurdên hevkar ên xayîn, ji bo tinekirina Rêber Apo tecrîda mutleq pêk tînin. Hesab dikin ku bi vî awayî dê Rêber Apo bêbandor bikin, lê ew ê nekaribin encam bigirin. Ji ber ku Rêber Apo êdî li cîhanê belav bûye. Rêber Apo gotibû, ‘Paraznameyên min li ku bin, pirtûkên min li ku bin, ez jî li wir im.’ Îro em dibînin ku parastin û paradîgmaya Rêber Apo gihiştiye hemû cîhanê. Rêber Apo îro ne li Îmraliyê li hemû cîhanê dijî. Ti hêz nikare pêşiya vê yekê bigire. Îsbata wê jî dostên Kurdan in. Niha li seranserê cîhanê dest bi pêngaveke mezin kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û Kurd jî bibin xwedî statu. Wan destnîşan kirin ku ew ê ji bo vê têkoşînê mezin bikin. Bi vê minasebetê ez hemû kesên ku kampanya pêş xistine, beşdarî kampanyayê bûne, ked dane û bangawazî kirine silav dikim û pîroz dikim û li ser navê tevgera me û gelê Kurd spasiyên xwe pêşkêş dikim.
Di vê pêvajoyê de berpirsyarî û erkên gelê Kurd hîn zêdetir mezin bûne. Eger yên ne Kurd-Kurdistanî, dostên me, Rêber Apo û paradîgmaya wî bi vî rengî diparêzin, eger diyar dikin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo statuya gelê Kurd têbikoşin, hingî divê gelê Kurd encamekê ji vê derxîne. Ev kampanyaya ku ji aliyê dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin divê ji aliyê gelê Kurd ve bê destekkirin û kampanya di her wateyê de bê mezinkirin û bigihêje armanca xwe. Niha jî gelê Kurd dibêje, ji ber ku dostên me dest bi kampanyayeke wiha kirine, divê em jî ala vê kampanyayê dewir bigirin. Ev fikreke derbasdar e. Divê gelê Kurd vê bike. Dema ku gelê Kurd bixwazibe ji bo xwe, ji bo Rêber Apo û erka xwe pêk bîne, dibe ku rastî astengiya hin kesan bên. Yên ku dixwazin kampanyayê têk bibin, qels bikin an asteng bikin dê hebin. Divê gelê me vê yekê qebûl neke û bi biryar û wêrek li dijî vê derkeve. Ger gelê me bi vî rengî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, kes nikare pêşiya vê kampanyayê bigire. Bi vî rengî wê kampanya bigihêje armanca xwe.
Divê gelê Kurd, hêzên demokrasî û azadiyê ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ çi bikin?
Dema ez dibêjim gelê Kurd, ciwan, jin, kal û pîr û zarok di nav xwe de dihewîne. Her kesê ku dibêje ‘ez Kurd im, welatparêz im, demokrat im, şoreşger im, azadî û demokrasiyê li Kurdistanê dixwazim, ez dixwazim azad bijîm, li dijî dagirkerî, qirkirin û faşîzmê me’ divê berpirsyarî û erka xwe pêk bîne. Çawa ku mirovahî çareseriya pirsgirêkên xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dibîne û ji ber vê jî xwedî li Rêber Apo derdikeve û dixwaze pirsgirêkên xwe bi vî rengî çareser bike, divê Kurd jî ji her kesî zêdetir destekê bide paradîgma û xeta Rêber Apo. Rêber Apo ji bo tevahî civaka Kurd, ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê ked da û hê jî dixebite, vê yekê jî di şert û mercên Îmraliyê de pêk tîne. Lê bi taybetî ji bo jinan xebatên xwe meşand. Ger îro jin li hemû cîhanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tevdigerin, Rêber Apo ev yek pêş xist.
Rêber Apo her tim ji bo azadiya jinê ked daye. Ji ber vê yekê diyar kir ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber vê jî azadiya jinê esas girt. Ji ber ku jin vê yekê dizanin, xwedî li Rêber Apo derdikevin û ji bo Rêber Apo têdikoşin. Ez bawer dikim ku jin wê ji her kesî zêdetir xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin. Ew ê pêşengiya kampanyaya ku ji aliyê dostên me ve hatî pêşxistin bikin. Bi vî rengî wê erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî Rêber Apo pêk bînin. Rêber Apo ji bo ciwanan jî kedeke mezin da. Ciwan jî vê yekê dizanin. Di rastiya xwe de tevgera ku Rêber Apo pêş xistiye tevgera ciwanan e. Ger ev tevger tevî komplo, îxanet û êrîşan jî heta roja îro hatiye û hêviyek daye gelan, ev yek bi pêşengiya ciwan û jinan e. Ji bo vê jî PKK’ê her tim zindî ye, li ber xwe dide, guhertin û veguhertinê pêk tîne û hêviyê dide. Ez di wê baweriyê de me ku ciwan wê zêdetir vê kampanyayê hembêz bikin, pêşengiyê bikin û rola xwe bi cih bînin.
Rêber Apo ji bo hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyeyê jî ked da. Hûn erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan çawa dinirxînin?
Rêber Apo di salên destpêkê yên tevgerê de çawa gelê Kurd esas girt, gelên Tirkiyeyê jî esas girt. Çawa ji bo gelê Kurd berpirsyarî girt ser milên xwe ji bo gelên Tirkiyeyê jî berpirsyarî girt. Ti carî ferq û cudahî nexist navbera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û azadiyê hat dayîn, gelek berdêl hatin dayîn, şehîd hatin dayîn, hinek jî ji wan ji ber vê têkoşînê hatin darvekirin. Rêber Apo tevgera şoreşgerî ya ku li Tirkiyeyê pêşdikeve esas girt. Difikirî ku ew çawa dikare wê tevgerê bidomîne, çawa dikare wan şehîd û şoreşgeran bide jiyîn? Ji ber vê yekê PKK’ê ava kir. Yanî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê jî PKK’ê ava kir. Ji bo mirovahiyê ava kir. Ji bo vê berdêlek giran da. Ji ber vê yekê demokrat, sosyalîstên Tirkiyeyê, yên li dijî faşîzmê disekinin, yên xwedî li nirxên azadî û demokrasiyê derdikevin û dibêjin em gel ji xwe re esas digirin divê erka xwe ya li hemberî gelê Kurd pêk bînin. Ger van erk û berpirsyariyan pêk neynin, nikarin bêjin ew demokrat û sosyalîst in. Yanî li ber çavê her kesî li dijî gelê kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. Li ku derê cîhanê dibin bila bibin mirovên sosyalîst û demokrat qirkirina gelan qebûl nakin û li dijî wê disekinin.
Li cîhanê gelek mînak hene. Dema Fransa destwerdana Cezayîrê kir û êşkence, komkujî, talan û girtin pêk anî, şoreşger û sosyalîstên Fransayê li dijî Fransayê derketin. Loma jî neçar ma ku Fransa ji Cezayîrê vekişe. Yanî divê çepgir, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê vê yekê esas bigirin. Ger çavên xwe ji tiştên diqewimin re bigrin, dengê xwe nekin, ji xwe re bibêjin sosyalîst û li dijî faşîzm û qirkirinê ne, ev derew e. Pîvana demokrasî û sosyalîzmê nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd e. Nêzîkatiya li hemberî dewleta Tirk e. Eger li dijî siyaset û qirkirina dewleta Tirk dernekeve, eger li cem gelê Kurd cih negire, eger li dijî desthilatdariya Tirk ranebe, çiqasî bêje ew sosyalîst e, demokrat e û welatparêz e, derewan dike. Ji ber ku têkoşîna îro li Kurdistanê pêşketiye rûyê rast ê dewleta Tirk bi her awayî derxistiye holê. Mirovekî normal jî bifirkire, rastiya dewleta Tirk, nêzîkatiya wê ya li hemberî gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê dikare bibîne. Digel vê yekê, divê mirov ji mirovên ku vê rastiyê nabînin guman bike. Tişta ku ji hêzên demokratîk û sosyalîst ên li Tirkiyeyê tê xwestin, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo rawestin û ji bo azadiya fizîkî têkoşîn bikin.
Di 1’ê Cotmehê de 2 şervanên fedaî yên PKK’ê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li Enqereyê çalakiyek mezin lidar xistin û Enqere hejandin. Dewleta Tirk vê çalakiyê kir hincet û êrîşê Rojava kir. Çi têkiliya çalakiya Enqereyê bi êrîşên li dijî Rojava re heye?
Berî her tiştî ez Hevrê Rojhat û Erdal bi rêzdarî bibîr tînim. Van hevrêyan ji bo gelê Kurd û mirovahiyê erkek dîrokî bi cih anîn. Fedekariyeke mezin kirin. Bi lehengiyek mezin di ser dijmin de çûn. Çalakiyên xwe li dijî navendeke ku qirkirina Kurdan lê tê pêk anîn, li dijî emniyetê lidar xistin. Dijmin dixwaze gelê Kurd tasfiye bike. Hevrêyên me jî bi çalakiya xwe peyam dan ku ‘heke hûn dixwazin gelê Kurd tasfiye bikin em vê yekê qebûl nakin û yên dixwazin me tine bikin jî bila bizanibin ku em ê wan jî tasfiye bikin’ dan. Gelê Tirkiyeyê bi qirkirina gelê Kurd re nikare bijî û pêş bikeve. Yên ku li ser gelê Kurd qirkirinê dikin, xwe jî qir dikin. Hevrêyan bi wê çalakiyê xwestin vê yekê ji dewleta Tirk û civaka Tirk re vebêjin. Ji ber vê yekê ew çalakî çalakiyeke dîrokî ye. Wê çalakiyê propagandaya qirêj a dewleta Tirk vala derxist. Ji ber ku propagandaya ku me PKK’ê bi şerê taybet tine kiriye pêş dixistin. Propagandaya ku PKK’ê nema ye, nikare tiştekî bike, me li Tirkiyê aramî pêk aniye, em her roj ewqas gerîla dikujin, dikirin.
Ji vê yekê jî diyar dibe ku desthilatdariya ku xwe li ser mirinan dide jiyîn û propagandaya vê dike, desthilatdariyeke faşîst û qirker e. Tevî propagandaya ku wan hem li hundur û hem jî li derve kirin (hin kesên ku bi vê propagandayê bawer dikirin jî hebûn) çalakiya li Enqereyê ev propaganda têk bir. Vê çalakiyê careke din nîşan da ku dewleta Tirk her kesî dixapîne. Her çiqas şerekî ewqas mezin hebû jî, desthilatdariya AKP-MHP’ê digot şer tine ye û pirsgirêka kurd nîne. Bi vî awayî şerê giran vedişart. Ji ber ku leşkerên mirî jî ji civakê vedişêrin. Her tim propaganda dikirin ku gerîla kuştine û PKK’ê qedandine. Vê çalakiyê nîşan da ku ev hemû derew in. Dijmin matmayî ma, ji ber ku bi çalakiyê re rastiya dewleta Tirk tam derxist holê, propagandaya wan pûç kir û nîşan da ku şerekî mezin diqewime. Ji ber vê yekê ew şaş bûn ku çi bikin. Xwestin bi êrîşan bandora vê çalakiyê bişkînin.
NATO Û DYE’YÊ NEGOTA ‘ERÊ’ DEWLETA TIRK NEDIKARÎ EV ÊRÎŞ BIKIRANA
Her roj li Bakur Kurd tên girtin. Navê ‘Operasyona Qehremanan’ li vê binçavkirin û girtinê danîne. Çi qehremanî kirine ku bûne qehreman. Vî navî ji bo xapandina gel datînin. Divê gelên Tirkiyeyê hesab bixwazin, bibêjin hûn çi qehremaniyê dikin. Qehremaniya we ew e ku hûn bi hemû hêza xwe digirin bi ser malan de, mirovan digirin, êşkenceyê, heqaretê dikin û dixin zindanan? Ev e qehremanî? Her roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşan dikin, dibêjin nizanim me çend gerîla kuştine. Gava gerîlayek jî nebe şehîd, gel û welatên din bi vî awayî dixapînin. Armanca wan a esil Rojava bû. Ji zû ve biryar dabûn êrîş li Rojava bikin. Erdogan bi eşkerehî got, me biryar daye em li hêviyê ne. Çalakiya li Enqereyê kir hincet û êrîş bir ser Rojava. Got, yên çalakî kiriye ji Rojava hatine, ji wê boneyê Rojava ji bo me xeterî ye, ji lew ma ew ê heyfa xwe hilînin. Jixwe biryara ku berê dabûn bi vî awayî pêk anîn. Ew jî û dinya alem jî dizane ku heval ji Rojava neçûne. Lê ji ber ku neyarên Kurdan e êrîş bir ser Rojava. Beriya êrîş bikin, got ku wê li îstgehên ceyranê, li kargehan, anku li ser rûyê erdê çi hebe em ê ji xwe re bikin armanc, artêş û îstixbarata me wê êrîş bibe ser her tiştî. Divê aliyê sisêyan jî xwe bide alî, anku bila kes ber li me negire, kî li ber me rabibe em ê lê bixin.
Hêza Tirkiyeyê ku bi tena serê xwe van êrîşên hovane li Rojava bike nîn e. Bi biryara NATO û DYE’yê êrîş birin ser gelek cihên jiyanê. Çimkî endama NATO’yê ye. Eger NATO nehêle nikarê êrîşê Rojava bike. Dewleta Tirk ne bi qanûnên şer ne jî bi exlaqê şer dike. Çawa bixwaze wisa dike. Dixwaze Kurdan biqedîne. Ji wê boneyê her derê dide ber bombeyan. Cih û warên jiyanê ji holê radike. Navendên ceyranê, depoyên avê, embarên genim, tesîsên neftê, nexweşxane û kargehan dide ber bombeyan. Van ji hole rabike wê mirov çawa bikarin li wir bijîn? Ev bêexlaqiyeke mezin û sûcê şer e. Ên rê didin vê bi dewleta Tirk re dibin hevkar. Gelê me jî wisa got, got ku ew vê qebûl nakin, çi jî bikin ew ê terka axa xwe nekin. Dibe ku em jiyana xwe ji dest bidin lê em ê li ser axa jiyana xwe ji dest bidin. Bi vê boneyê spasiya xelkê Rojava dikim. Şehîdên li Rojava bi rêz û hurmet, bi minetkarî bi bîr tînim.
Erdogan li aliyekê van êrîşan li Rojava dike, li aliyê din xwedêgiravî li Xezeyê dibe xwedî. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?
Yên bûn sedema pirsgirêka Kurd û Filistînê heman hêz in. Naxwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku pergala xwe li pirsgirêka Kurd û Filistînê ava kirine.
Erdogan, Tirkiye, desthilat û mixeleft durûtiyê dikin. Xwe qurnaz dibînin. Tiştên li ber çavên her kesî dikin dibêjin qey wê kes fam neke. Xwedêgiravî li Xezeyê, Filistînê dibe xwedî. Ên qirkirina Kurdan ji xwe re bikin esas tu car nikarin dostaniyê bi gelê Filistînê re bikin. Ne mimkûn e. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke hene. Yek jê pirsgirêka Filistînê ye, ya din pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk çareser nebin şer li Rojhilata Navîn tu car naqede, demokrasî û azadî çê nabin, wê qetlîam jê kêm nebin. Yên bûne sedema pirsgirêka Kurd û Filistînê heman hêz in. Naxwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Ji ber ku pergala xwe li pirsgirêka Kurd û Filistînê ava kirine. Pergala modernîteya kapîtalîst tu car naxwaze pirsgirêk çareser bibin. Ji wê boneyê her pirsgirêkan çê dikin.
Gelê me, gelê Filistînê, gelê herêmê ji vê rastiyê baş fam bikin. Em dixwazin Kurd û Ereban bi pêş ve bibin. Lewma li Rojhilata Navîn yên perçe bûne, pirsgirêkên xwe hene, bêedaletî li wan dibe, her şer e û tên qirkirin, ev gel in. Ên ev pirsgirêk çê kirine çawa tev bi hev re ne, divê Kurd û Filistînî jî li ber vê rabibin. Ji wê boneyê em behsa tifaqa Kurd û Ereban dikin. Ereb parçe bi parçe kirin, kirin 22 dewlet, Kurd jî kirin çar parçe. Ên li xwîna Kurd û Ereban dimijin ev hêz in. Lewma divê mirov Tifaqa Kurd û Ereban bi pêş ve bibe. Eger tifaqa xwe geş bikin wê azad bibin. Pirsgirêka gelê Filistînê jî ne ji îro ve heye. Pirsgirêkeke civakî û dîrokî ye. Pirsgirêkeke mafî ye. Lewma hêj ji salên pêşîn ve ku tevgera me ava bûye gelê Filistînê û têkoşîna wan ji xwe re kiriye esas. Ew bi heq dîtiye, gihîştiye têkoşîna wan, bedel daye. Sedemeke din ku komplo hat kirin, tifaqa me ya bi Filistîniyan û Ereban re ye.
Li vir dixwazim behsa çend tiştan bikim. Rêbaza Hemasê ne rast e, divê mirov rexneyan lê bike. Lê mirov rêbaza şaş a Hemasê bike sedem û êrîşê gelê Filistînê jî bike ne rast e. Rêbaza Hemasê çiqas şaş be, êrîşên bi vê hincetê li gelê Filistînê tên kirin jî ewqas şaş in. Bi ya me şaş in. Bi vê rewşê pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê tu car çareser nebe lê wê yekcar kûr bibe. Wê li herêmên pirsgirêkên nû çê bibin. Ev pir bi xeterî ye. Divê gelê Filistînê û Cihû jiyaneke bi biraxwehî ji xwe re bikin esas. Li ser netewe dewletê israr nekin. Netewe dewlet wê ji bo pirsgirêka wan tu car nebe çare. Her ku diçe pirsgirêk mezin dibe. Hin dibêjin çareseriya ji bo Filistînê dewleteke neteweyî ye. Ev ne rast e. Yên li herêmê netewe dewlet in hêj jî pirsgirêkên xwe hene, ji ser axa xwe dibin koçber. Nexwe çareserî ne ev e. Çareserî bi paradîgmaya Rêber Apo ye. Bi geşbûna neteweya demokratîk e. Divê vê ji xwe re bikin esas. Lewma hem Cihû, hem jî gelê Filistînê divê neteweya demokratîk ji xwe re bikin esas. Encax hingê bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Mînaka dawîn ku netewe dewlet ne çareserî ye, şer Ermen û Azeriyan e. Her du jî xwedî dewlet in. Lê li herêmên wan şerên giran, qetlîam çê dibin. Nexwe ev ne çareserî ye. Çareserî bi xeta Rêber Apo ye, paradîgmaya wî ye ku ji bo mirovahiyê bi pêş ve biriye. Pirsgirêk encax bi vî awayî çareser bibin.
Şer di navbera artêşa Tirk a dagirker û gerîla de berdewam e. Rewşa şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê çawa ye?
Di şexsê heval Rojhat, Erdal û şehîdên Asayîşê yên li Dêrîkê de, di şexsê şehîdên Amedê ez hemû şehîdên têkoşînê bi minetkarî bi bîr tînim, rêz û hurmeta xwe pêşkêş dikim. Niha di navbera me û dewleta Tirk de şerekê giran e. Dewleta Tirk ji bo veşartina vê rastiyê gelek taktîktan bi pêş ve dibe. Leşkerên xwe yên ku dimirin nabêjin. Carinan yek duduyan dibêjin. Her dibêjin ku me heta niha ewqas gerîla kuştine. Bi vê kêfxweş dibin. Hişmendiya ku gerîla ji holê rakirine bi civakê re çê dikin. Hevalên me ku dibin şehîd em jixwe dibêjin. Piştî eşkerekirina me 10,20 roj, bi mehan bi şûn de dibêjin ku me bi operasyona MÎT’ê ewqas kes kuştine. Her kesî dixapînin. Hişmendiya ku biserketî ne, digihîjin encamê çê dikin. Her roj û saet bombebaranê dikin.
Çekên li dinyayê qedexe bûne bi kar tînin. Teqemeniyên kîmyewî li dronean bar dikin û dikin armanc ku biavêjin ber deriyên tûnêlan. Dixwazin bi vî awayî tûnêlan bixin destên xwe û hevalan bikin şehîd. Tevî van hemûyan nagihîjin encamê, gerîla di şertên zor de bi qehremaniyeke mezin radibin. Li dijî dewleta Tirk, teknîka NATO’yê, heval destanan dinivîsin. Bi vê boneyê ez hevalên HPG’yî û yên YJA Starê pîroz dikim. Ew ne bi tenê qehremanên Kurdan lê yên hemû mirovahiyê ne. Ji ber ku parastina mirovahiyê dikin. Parastina nirxên mirovahiyê dikin. Eger ne ji PDK’ê bûya, wê dewleta Tirk di vî şerî de têk biçûya. Dewleta Tirk ku hêj di şer de israr dike bi piştgiriya PDK’ê ye. Divê Kurd vê baş bizanin. Dewleta Tirk, bi taybetî medyaya AKP’ê şerê psîkolojîk ê taybet dike. Çawa ku li Elmanyayê di serdema Hîtler de Gobels bi propagandaya kiriye mirov xapandibin, medyaya AKP’ê jî vê dike. Kenalên ji serê sibehê ta bi êvarê nîşan didin ku çawa çekan çê dikin û teknolojiya wan çiqas baş e. Yanî peyam didin ku dewleta Tirk bi leşkerî çiqas xurt e, hêzeke dinyayê, êdî tu kes nikare li ber Tirkiyeyê rabibe.
Li aliyê din propagandayeke qirêj dikin. ‘’PKK ne tevgera azadiyê ye, dewletên biyanî pişta wê digirin, ev dewleta bipêşveçûn û xurtbûna Tirkiyeyê naxwazin, bi PKK’ê re dibin piştgir ku rê li ber Tirkiyeyê bigirin, eger ev hez bi PKK’ê re nebin alîkar PKK’ê nikare ji pêyan bimîne, ev dewleta PKK’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, PKK nahêle em dewlemendiyên Tirkiyeyê derbixin holê û bikin xizmet ji gel re. Eger em van dewlemendiyan derbixin holê wê gelê Tirkiyeyê bihêz bibe, li dinyayê bikare li ber her kesî rabibe. Sedema xizanbûna gelê Tirkiyeyê PKK ye. Têkiliyên PKK’ê bi hêzên biyanî re hene. Dewletên emperyalîst dike ku em bi PKK’ê re tê bikoşin ku nekarin neftê û madenan derbixin ku Tirkiye xizan bimîne.’’ Bi vî awayî propaganda dikin.
Bi vî awayî dixwazin qedandina PKK’ê, qirkirina Kurdan rewa bikin. Bi vî awayî ji xwe re dikin armanc ku gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê bi wan re bibin piştgir. Ya ku AKP kir desthilatdar Emerîka bixwe ye. Emerîka, NATO û hin dewletên Ewropayê li Tirkiyeyê di birêvebirina siyaseta qirkirinê de dibin piştgir. Bi hêza van AKP li ser desthilatdariyê dimîne û siyaseta qirkirinê bi rê ve dibe. Çekên bi kar tînin tev yên NATO’yê ne. AKP-MHP ji berovajîkirina rastiyan re serwext in. Her kesî bi vî awayî dixapînin. Taktîkên Gobels li ser gelê Elmanyayê pêk anîne, AKP niha pêk tîne. Lewma kes rastî û derewan ji hev dernaxe. Bi vî awayî şerê taybet dike. Desthilatdariyê bi vî awayî bi rê ve dibe û bi hêz dike. Gelê me jî û gelên Tirkiyeyê jî divê bi vê baş bizanin.
Hevdîtin di navbeyna PDK-dewleta Tirk, Îran û dewleta Tirk de hatin kirin. Dewleta Tirk êrîş bir ser Mexmûrê. Êrîşên bi ser Başûr de her roj berdewam in. Hevdîtinên di navbeyna PDK-dewleta Tirk, Îran-Dewleta Tirk de çawa dinirxînî?
PDK, bi taybetî malbata Mesûd Barzanî çarenûsa xwe kiriye destên Tirkiyeyê. Bi temamî ketine xizmeta dewleta Tirk. Ne bi tenê li Başûr lê li her derê bi dewleta Tirk re dibin alîkar. PDK, li dijî PKK’ê bi şerekê taybet radibe. Bi leşkerî, îstixbarat, bi her awayî bi dewleta Tirk re ne û li dijî PKK’ê şer dikin. PDK, ji xeynê Başûr dixwaze têkiliya PKK’ê bi her derê re bibire wê li her dera dinyayê tecrîd bike, dor lê bê girtin, wê bixe destên xwe, ji holê rabike. Heval û hogirên me dibêjin ku neyartiya PDK’ê bi we re dike bi Tirkan re nake. Ev rast e. Divê gel jî bi vê bizane. Barzanî ne bi tenê li Metîna, Girê Cûdî û Avaşîn lê li her derê bi dewleta Tirk re dibe alîkar, bi temamî xizmeta siyaseta qirkirinê dike. Divê gelê me hesabê vê bixwaze. Ev xet xizmeta dijmin dike. Kirinên dewleta Tirk ên li Kurdan rewa dike. Erka wê ew e.
Li Hewlêrê nûnerê KNK’ê hat kuştin lê heta niha tu daxuyanî nedane, şermezar nekirine, kesek jî negirtine. Lê li Enqereyê çalakiyek berpêyî ewlehiya Tirk hat kirin, PDK’ê çalakî demildest şermezar kir. Bi vê jî xuya ye ku PDK bi kê re ye, xizmetê ji kê re dike. Çima çalakiya Enqereyê şermezar dike? Ew çalakî li dijî wan nehatiye kirin, çalakiyek e ku li dijî ewlehiya Tirk a Kurdan qetil dike hatiye kirin. Cihê ku pê kêfxweş bibe şermezar dike. Lê çima yê Denîz kir şehîd, şermezar nake, çima wî kujerî nagire? Dibêje ez hikumet im, desthilat im, min qanûn hene, kes nikare li vê derê tiştekî bike. Bi rastî jî li Hewlêrê desthilateke wisa ava kiriye ku nikare xwe ji cihê xwe bileqîne. Li her derê kemira hene, avahiya KNK’ê her roj û saet di bin çavdêriyê de ye. Çawa Denîz li wir hat kuştin û PDK’ê tu kes negirtin. Çimkî destên wê jî di kuştinê de ye. PDK dixwaze Iraqê jî tevî siyaseta xwe ya bi dewleta Tirk re bike. Ji wê boneyê dixebite. Berpirsê Iraqê bi rojan hevdîtin li Enqereyê kirin. Dixwazin Iraqê jî daxilê planê xwe bikin. Dibêjin ku ew ê çawa PKK’ê biqedînin û qirkirina Kurdan temam bikin.
Ez dixwazin hişyariyê li Iraqê bikim. Divê Iraq bi Barzanî û dewleta Tirk nexape. Di van polîtîkayan de tu berjewendiya wan nîn e. Divê daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, bike. Dewleta Iraqê bi Tirkiye û Barzaniyan re bibe yek û neyartiya Kurdan bike wê pir zirarê bide xwe. Me hin daxuyanî dan, Barzanî dixwazin xwe li hinek cihan bi cih bikin. Bicihbûna Barzaniyan, bicihbûna dewleta Tirk e. Lewra dewleta Tirk û Barzanî niha li gelek deran bi hev re tev digerin, li dijî me şer dikin. Li hin deran hêzên wan 100-150 metre dûrê hev in. Tirkan hin der çê kiribûn, zivistanê ku çûn dan destên Barzaniyan. Niha Tirkan cardin êrîş kir, qerekolên Tirk cardin teslîmê wan kirin. Anku bi hev re tev digerin. Dewleta Tirk bi her awayî li Başûr bûye serwer. Behdînan kirine mîna bajarekê dewleta Tirk. Dewleta Tirk xwe li her derê bi cih kiriye. Dewleta Tirk çawa bixwaze wisa tev digere. PDK bi vî awayî bi temamî xizmeta siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk dike.
Wekî din tiştekê ku tu bibêjî heye?
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurd bibin xwedî statu, heval û hogirên me dest bi kampanyayekê kir. Kampanya roj bi roj mezintir dibe. Tiştê dikeve ser milên me jî divê em bikin, bibin beşdar li kampanyayê û bigihînin encamê. Daxwaza ji tevger û gelê me tê kirin ev e. Lewma tevgera me û her kes divê bi temamî tev li vê kampanyayê bibin. Divê hemû xebatên xwe li gor vê kampanyayê bikin. Heta bigihîjin encamê divê em li gor esasê kampanyayê tev bigerin. Xebata me ya esil ev e. Rola esas ya jin û ciwanan e. Bawer im ku wê jin jî, ciwan jî pêşengtiya vê pêngavê bikin. Kampanyayê xurt bikin.
Ji ber ku em tevgereke ciwanan in, banga min bi taybetî li ciwanan e; di vê kampanyayê de ku heval û hogirên me dest pê kiriye divê bi her tiştê xwe cih bigirin û bigihîjin gerîla. Ciwan li dijî qirkirinê û şerê taybet divê şerê bi şoreşgerî ji xwe re bikin esas. Li ser vî esasî bi erka xwe rabibin. Guh nedin tiştekê din. Dijmin, eroîn, fihûş û sîxurtiyê dike ferz. Dixwaze bi vî awayî civakê birîzîne. Hizbul-Kontrayê li ser civakê dike ferz. Dibêje; ‘’Eger hûn fihûş, eroîn û sîxurtiyê nexwazin, divê hûn berê xwe bidin Hizbul-Kontrayê’’. Vê siyasetê dikin. Pûçkirina vê siyasetê dikeve ser milên ciwanan. Ciwan têkoşîna xwe li dijî fihûş, sîxurtî û eroînê geştir bikin. Divê bizanin ku siyaseta dewleta Tirk li ser civaka me û ciwanan bi rê ve dibe pir bi xeterî ye. Ciwan divê hem li ber vê siyasetê rabibin, hem xwe bi rêxistin bikin hem jî tevlî şerê gel ê bi şoreşgerî bibin.