RIHA – YCWK ragihand ku li Mêrsîn û Rihayê li dijî tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo çalakiyek li dar xist. Yekîneyên YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di 19’ê Cotmehê de li ser rêya Riha/Antepê kamyonek û di 20’ê Cotmehê de jî kamyoneke Gumrika Benderê ya Mêrsînê şewitandine.
Ravekirin wiha ye:
Yekîneyên me li Mêrsîn û Rihayê çalakî li dar xistin
Yekîneyên me 19’ê Cotmehê saet 22.10’an de li ser rêya Riha/Antepê kamyona bi îşaretkirin bi kamyona ku li ser rêya Rihayê/Antepê bi cih bûbû, bi şewatekê rûxandin. Ev qemyonên ku hatin diyarkirin aîdî gel in, beriya niha biryar hatibû dayîn ku di dema çêkirina qereqol-rêyên li Kurdistanê de madeyên asfaltê bigihînin baregehên leşkerên dijmin. Ji ber vê yekê jî bûye hedefa yekîneyên me yên kamyonan.
20’ê Cotmehê saet 00.25’an de kamyona ku hat tespîtkirin aîdî gumruka benderê ya li Taxa Mêrsîn/Çîlekê ye hat şewitandin û îmha bû.
Ev çalakî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bidomin. Hêzên navneteweyî yên ku pergala Îmraliyê pêk tînin ji bêdengiya hemû mirovahiyê û beşek hevkariyê desteka xwe distînin. Dema ku têkoşîna rast û pêwîstiyên pêvajoyê li gorî wê were kirin, wê were fêhmkirin ku hêzên komploger çiqasî qels in. Rêya têkoşîna li dijî vê jî cezakirina hemû hêzên hevkar ên ku hêzên komploger dixwin e. Her kesê ku li dijî komploya navneteweyî ye, divê her cihê ku hêzên komploger dixwar bike hedef û erkên xwe yên sosyalîst ên şoreşger pêk bîne.
Bijî Rêber APO!
Bijî YCWK!