QAMIŞLO – Ciwanên Qamișlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê ji bo silavkirina hemleya “Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro li bajare Qamişlo li hev kom bûn û meşekî meşaleyî lidarxistin.
Di meş de weneyên Rêber APO, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên ku li ser hatûbû nivsadin “Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate hildan.
Meş li ber Çerxerêya Şerq destpêkir û li ber Wargeha Ciwanan bi daxuyaniyeke bi dawî bû.
Di meş de ciwanekî soza xwe ji bo fikir û felsefeya Rêber APO da diyar kirin û soza xwe ji bo refên azadiyê da. Daxuyanî ya ku li ser navê ciwanan hat xwendin wiha ye:
Ji bo reya giştî
Sîstema kapîtalist bi êrîşên xwe li ser civakê dixwazin pergala xwe bidin jiyankirin û bi taybetî pevajoya niha de qirîz û pirsgirekên civakê kûr dibin. Rêya çareseriya û azadiyê paradigmeya Rêber APO ya netewa demokratîk e û bû heviyek ji tevahî gelên bindest û azadixwaz re. Ji ber ku fikir û ramanên Rêber APO xeteriyek mezine li ser sistema kapîtalizm dewletên hegemon û kapîtalist bi komploya 9’ê Cotmahê ya ku derbasî 25 sala bûye xwestin rê li ber vê paradigmeya Rêber APO bigrin. Tecrîda girankirî û bi hinceta cezayên disiplinê li ser Rêbertiya me didin meşandin, heman demê de hemû rêbazên li dijî exlaqên civakê û şer li ser gerîlayên Kurdîstanê didin meşandin. Ev jî ni rêya dewleta Tirk ya faşist û metînger bi hevkariya mala Barzanî dixwazin Kurdê azad ya Rêber APO bi tekoşîn û berxwedaniya xwe afirandiye tine bikin û tecrîdê li ser tevahî gelê Kurd kûr bikin. Li ser vî bingehê li tevahî cihanê hamleyek bi navê “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” destpêkiri û em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarbûyina xwe ya vê hamle radigihînin. Bi rihê ciwanên Apoyî emê tekoşîna xwe xurt bikin û heta azadiya fizikî ya Rêber APO emê li qadan bin û bi rihê Cenga Azadiyê Serbixin, Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî û Kes Nikare Roja Me Tarî Bike de emê xwedî li Rêbertiya xwe derkevîn û tekoşîna xwe mezin bikin.
Bijî Serok APO
Bê Serok Jiyan Nabe
Dem Dema Azadiya Rêber APO ye