REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Reqayê jî bi meşeke meşaleyî tevlêbûna xwe ji bo pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihand.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, Yekitiya Werzîşê ya Reqayê û Desteya Ciwan û Werzîşê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî dest pê kir û li çerxerêya Neîm rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Reqayê Mehmûd Xelef bi navê beşdaran daxuyanî xwend û got: “Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê me li dijî tecrîda li ser Rêber APO û ji bo piştgiriya pêngava ′Ji Rêber APO re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′, ev meş li dar xistiye.′′
Di daxuyaniyê de banga tevlêbûnê pêngavê hate kirin û hat gotin: “Azadiya Rêbertî azadiya me ye. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa û gundewarê wê bang li tevahî gelên bindest, jin û ciwanan dikin ku tev li pêngavê bibin, ta Rêbertiya xwe ji girtîgeha dewleta faşîst a Tirk azad bikin.”