BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
“Li herêma Serhedê;
- 14’ê Tebaxê saet di 17:45’an de li herêma Gilîdaxê bi sûîqestê li dagirkerên li kûleya Demîrkapi hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 20’ê Cotmehê saet di 05:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk 5 caran derb li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û derb li 2 çeperan hate xistin.
- 20’ê Cotmehê saet di 13:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 21’ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk 8 caran derb li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.
- 20’ê Cotmehê saet di 16:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
- 21’ê Cotmehê saet di 15:5’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji du baskan ve bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li herêma Zapê;
- 20’ê Cotmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li kepçeyekê hate xistin.
- 21’ê Cotmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Konek hate îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;
- 21’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li herêma Zapê çeperên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.
- 19, 20 û 21’ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi droneyên bombebarkirî, çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 19 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
- 21’ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi droneyên bombebakirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 21’ê Cotmehê qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
- 20’ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi topan hatin bombekirin.”