KOBANÊ – Îro 4′emîn Mîhrîcana Şehîd Bawer Agir a çand, huner û werzîşê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê pêk hat. Mîhrîcan ji bo rojekê tenê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat organîzekirin.
Di mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî, behsa şehîd Bawer û têkoşîna wî ya gihandina gelên herêmê ber bi aramiyê ve kir. Mehmûd soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Em ê bi îrade û israra xwe li hemberî êriş û planên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Şahiya me ya îro nameyek ji bo êrişkaran e ku em di rêya azadiyê de berdewam in û em ji tu kesî natirsin. Ev neviyên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.” Mihemed Mehmûd banga tevlêbûna pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”.
Piştre koma Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê stan gotin û Koma Şîlan jî govend gerandin. Her wiha pêşbirka kişkê, maratona biskîlêtan û lîstikek futbolê hatin organîzekirin.
Bawer Agir (Ehmed Akyoz), ku rolekî pêşeng di nav tevgera ciwanên apoyî de dilîst, di 13′ê Cotmeha 2019′an de bi encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bû.