ŞEHBA – Jinên Ciwan ên şehba li hemberi êrîşên dewleta tirk a dagirker dest bi perwerdeyên şerê gelê şoreşgerî kirin. Di pevajoyekî de ku herkesî çav û gûhê xwe li hemberî êrîşên ku li ser bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, civaka rojava parastina xwe bi xwe dide. Di nirxên şoreşê, di azadîya xwe de û di azadîya fizîkî ya Rêber APO de israr dike. Ji ber vê jî jinên ciwan dikevin di nava lîv û tevgere ji û xwe hasir dikin. Ji bo karîbin di her şert û merçên de berxwedan û tekoşîna xwe berdewam dikin xwe di fikr û felsefeya Rêber APO de kûr dikin.
Dema Rêber APO behsa çareserîya pirsgreka kurd û çareserîya pirsgirekên Rojhilata Navîn û hemû cihanê dike, behsa Şerê Gelê Şoreşgerî dike. Şerê Gelê Şoreşgerî stratejîya Rêber APO ye. Ev tê wate ku herkesî dikare ji alîyê xwe vê bi derfetên xwe vê tevlî xebatên parastina welat bibe. Bi çand an çek, dîlan an sitran. Ev yek hemû şewazên parastina welat in.
Jinên Ciwan dan diyar kirin ku ger dixwazin welatê xwe biparezin despêke lazime xwe di alîyê fikrî de kûr bikin û xwe bighînin asta zanebûna dirokî. Ji bo li hemberî pevajoyê bibin bersiv tîm xwe perwerde dikin. Ev êrîşên ku dewleta tirk a dagirker niha li ser me tîne tî encam negirtin û bi berxwedana gel vala derket.