ŞEHBA – Ciwanên Efrînê ku li Şehba koçber bûne ji ajansa Nûçe Ciwan re nirxandin û helwestê xwe derbarê komployê navnetewî li dijî Rêber Apo û hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”, ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê hat ragihandin, dan nîşandan.
Rêveberîya Desteya Ciwan û Werzîşê a Herema Efrîn û Şehba Emîne bi ajansa me re axivî û got:
“Navê min Emîne ye, ez rêveberîya Desteya Ciwan û Werzîşê a Herema Efrîn û Şehba me. Êrîşên heyî ku niha dewleta Tirk a dagiker li seranserê Rojava dide meşandin kare teroristan e. Êrîşên xwe zedetir li ser amûrên jîyanî dide meşandin û herwîha komkujîyan li ser gele herêmê rojane dike. Em van êrîşan pêwîste em ji komploya navnetewî qut negrin dest, ger em qut bigrin dest wê bêtir seranser werê girtin di pîvan û armancê komplo de, ji ber armancê komplo tasfiyekirina tekoşîna rizgarîya netewî yê ku Rêber Apo pêşengtîya jê re kiriye. Li ser vê esasê hêzên hegemon, hêzên komploger, Rêber Apo ji xwe re xeter dîtin û xwestin Rêber Apo û PKK ji holê rakin. Lê bele tê xuyakirin ku ev bû 25 salin Rêber Apo di bin tecrîdekî pir giran de ye lê rûxmî van tecrîdan jî Rêber Apo berxwedanîyekî bêhempa û hêzekî pir xurt da dîyarkirin û armancên dagirkeran vala derxistin.
Her wîha li gel vê gelên azadîxwaz li ser xeta Rêber Apo bi hêztir bûn û berxwedanîyeke bêtir didin berdewam kirin. Li ser vê esasê êrîşên ku dagirkeran dimeşinin ev jî bi girêdanbûyîna xwe bi komplo re heye. Ji bo vê jî di sala 26’an ê tekoşînê de wê tekoşîneke bê hempa were meşandin û wê bibe sala azadîya fiziki ya Rêber Apo. Divê her kes xwe di vê hemleyê kû di asta cîhanê de hatîye meşandin de xwe tê de bibine û gorî derfetê xwe tekoşînê mezin bike. Her kes ji bo azadîya fiziki ya Rêber Apo seferber bibe û dakevê kolanan. Di hemleya xwe wek ciwanan “Dîwarên Îmralîyê Hilweşînin, Cenga Azadî Serbixin” em xwe di vê hemleyê de dibînin û ji bo Rêber Apo tekoşîn dikin. Emê jî wek jinên ciwan û ciwan ê herêma Şehba û Efrîn bi vê hemlêyê ku demdirêj û stratejik e berxwebidin û vê hemle bikin hemleya azadîya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fuat jî got:
“Di serî de navê min Fuat e, ez endamê tevgera ciwanan a herema Şehba yê me. Komployê ku li ser Rêber Apo hatîye meşandin bi destên hemû dewletan hatîye kirin, ne tene dewleta dagirker Tirk e. Dixwestin bi vê komployê ku fikir û felsefeya Rêber Apo belav bibe di diniyayê de. Lê belê fikir û felsefeya Rêber Apo niha di tevahî cîhanê belav bûye û fikirê Rêber Apo hemû kes, hemû ziman di nav xwe de qebûl dike, ereb be, kurd be, çirqes be, turkmen be… Ama dewletên Ewropa, dewletê Tirk û hemû dewlet ev tişt qebûl nekirin û li ser vê esasî vê komployê, bi destê hemû dewletan, li ser Rêbertî dan meşandin. Wekî vê komplo yê ku li ser Rêber Apo hat meşandin tu carî komployekî çênebû, ji ber ku ev komployekî bê mîrovatîye, ev komplo tiştekî xirakirinê ye, talan kirinê ye. Ev dewletên Ewrûpî dixwestin netewa me ya demokratîk belav bikin, ji holê rabikin, lê ev tiştan tu carî çênabê. Ji ber Rêbertî rabû ji bo şoreşek, rabû ji bo hemû cîhanê. Dixwest vê fikirê li tevahî cîhanê belav bike ji bo ku em jîyanekî rast jîyan bikin, em jiyaneke Netewa Demokratîk jiyan bikin. Lê bele hemû dewlet ev komplo li ser Rêber Apo meşandin. En ne însanetî ye. Ev çi ye? Dewleta Tirk, Emerîka, Fransa, Rûsiya giştî xwe bi me re dikin ku ew hevalên me ne. Lê dijminê esasî ew in. Ji ber ku ew komployê li ser Rêbertî dan meşandin. Dewleta Tirk tenê nobedarê vê komployê ye. Taybet ev tecrîdê dawîyê, bû 2 sal û nîv ku tu agahî ji Rêbertî nîne. Çima tu agahîya me ji Rêbertî nîne? Ji ber destê hemû dewletan divê komployê de heye.
Hemleya me ya “Cenga Azadî Serbixin” jî em ê bikin hemleya azadîya fîzîkî ya Rêber Apo. Çi dibe bila bibe em ê rêberê xwe Rêber Apo azad bikin. Eger em giştî bimirin, şehîd bikevin, giştî tuneyî bibin, ger zarokek 7 sali bimîne jî wê şoreşê hilde dîsa. Ji ber ku fikirê Rêber Apo fikirê Netewa Demokratîk e, li hemû cîhanê belav bûye, û emê li hemû cîhanê belav bikin. Bangawazîya min li hemû ciwanan heye, li hemû gel heye, rabin ji bo azadîya fiziki ya Rêber Apo, rabin şerbikin, rabin tekoşîn bikin, rabin her tiştî ji bo Rêber Apo bikin. Rêber Apo ev bû 25 salin di zîndanê deye ji bo kî, ji bo me Kurdan, ji bo me hemûyan di zindanê deye. Tekoşîn dike, berxwedanîyê dike, di zîndanê de her tiştî dike ji bo me giştîyan. Heya fikirê xwe ji zindanê belav kir, di zîndanê de Rêber Apo ji bo me 5 Parêzanme çêkir, ji bo me Kurdan, ji bo hemû cîhanê, ji bo hemû gelên cîhanê nas bikin jiyan çiye, kesayet çi ye. Em berxwedanîya Rêber Apo ji Şehba heya cem Rêber Apo em silav dikin, pîroz dikin, em gerîlayên azadîyê Kurdistanê silav dikin, em berxwedanîya wan pîroz dikin û em xwe di wê berxwedanîyê, di wê şer de jî, di şexsê van hevalên em xwe dibînin û çi ji me werê xwestin em amadene.”