NAVENDA NÛÇEYAN – Meha Cotmehê meheke ku weke meha Şehîdan tê nasin e. Ji ber ku di meha Cotmehê de di nava tevgera azadiya Kurdistanê de gelek hevalên jin bi lehêngî Şehîd ketine û nîrxen pir mezin avakirin e.
Rêbertî di pirtuka “Arteşbûna Jin” de jî bo şehîden jin bi wî rengî nirxand:
“Weke tevger û Rêbertiyek ku hêj niha ve xwedî ewqas şehîdên jine ku bûye dîrok, me ev selmandiye. Bi sedan şehîdên me jin ên leheng ku nebe nesîbe ti tevgerî hene. Wê demê, partî û Rêbertiya me raveya azadiya jinê ye jî. Ji ber ku şahadet derewan nake! Ger hinekê li ser bê hizirîn dê bê dîtin ku, yek bûyera ku evqas şahadet ronî dikin heye, ew jî rêgeza azadiya berz û pîroze. Hûn li ser bingeha vê rêgezê beşdarî jiyanê tên kirin. Bi qasî divê her kes pîroz bike, ya divê li hember rêz bigire ev şêweya jiyanê ye. Di vê mijarê de yên ku bê fikar xwe şewitandin, ji bo radest nebin bomba xwe ya dawî bi xwe de teqandin rastiya şahadetên me ne. Ev jî herî zêde di şahadetên jinê de derketine holê. Çiqas li ser bê hizirîn û wate bê dayîn têrê nake. Divê hûn bizanin ku li ser şehîdên me yên jin bihizirin. Di nava şehîdên PKK’ê de raveya herî lehengî di nava şahadetên jinê de ye. Çi di bûyerên xwe şewitandinê de, çi jî di bûyera ji bo radestî dijmin nebe guleya xwe ya dawî bi xwe de teqandinê de, ev bi rakêşwerî wisa ye. Ev ne şahadetên ji rêzê û hema bên derbaskirine. Em li ser van bingehan dimeşin.”
Yek ji wan şehîden lêheng hevala Bêrîtan e. Hevala Bêrîtan ji bo teslîm nebê li hember peşmergeyên PDK a îxanetkar û YNK’ê heya guleya dawî şer kiriye, dawîyê de ji bo ku silah nekeve destê ixanetkaran silaha xwe şikandiye û xwe di ciheke bilind di 25‘ê Cotmehê di sala 1992‘an de avetiye. Şehadeta Hevala Bêrîtan gelek peşmergeyênn ku di xiyanetê de cihê xwe girtinê bandor kiriye û wan jî ji xiyanêtê dûr xistiyê.
Rêhevalên Bêrîtan jî ji sekna Hevala Bêrîtan gelek bandor bûnê. Ji ber Heval Bêrîtan bêdeng nebû û li hember tasfiyêkaran gelek rexne anî ser li ziman û helwesta xwe diyar kir. Hevala Bêrîtan Rêbertî bi xwe nedîtibû, lê disa jî giredanbûna Hevala Bêrîtan bi Rêbertî û xeta Rêbertiyê di jiyana we de gelek diyar bû. Rêbertî bi xwe hevala Bêrîtan bandor bûye û li ser tekoşina Hevala Bêrîtan di pirtuka ‘Şoreşa Civakî û jiyana nû’ de wiha dibêje:
“Hevala Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê Başûr de şehîd ketibû, ji aliyê azadiyê ve xwedî hewldaneke mezin bû. Raporeke ku wê hevalê ji min re şandiye hebû, min hîn nebihîstibû ku şehîd bûye û her dem ev heval di bîra min de bû. Digot, “ez dixwazim ji dahurandinên Rêbertiyê sudê werbigrim û ceribandina romanekê bikim.” Li gel me hetanî niha kesekî gotineke wiha negotibû. Hevaleke gelekî pêwendîdar bû. Min digot, ger min ev hevala bidîta û nîqaş bikira dê baş bibaya. Piştre xebera şehadeta wê hat. Keçikeke gelekî qehreman bû. Di asta rêbera taximê tevlî çalakiya qereqola Rûbarok bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî ku birîndare jî di eniya şerê Başûr de li herî pêştir helwest girtiye, di wir de jî hetanî ku guleyên wê qediyane di sengerê de maye. Piştre hêzên xayîn û noker derûdora wê dorpêç kirine û gotine “radest bibe, em tiştekî bi te nakin” lê belê helwesta vê hevalê gotina, “we bi dijmin re hevkarî kir, hun ji Başûr êrîşê Bakûr dikin, hun xayin in ez radestî we nabim” bûye. Bi navê Rêbertiya Partiyê jî di asta diruşmê de qêriyaye û xwe ji kendalê ve avêtiye. Ev çalakiyeke watedar û gelekî wêrek e. Di rastiyê de weke teorîk gelekî bihêz e. Tenê ji welatparêziyê û berxwedaniyê bingehê xwe nagre, di heman demê de keseke ku dixwaze dahurandinan jî bi kûranî fêm bike. Ji ber ku dixwaze asta wan hîn zêdetir bike. Ev rewş tê wateya ku ji vê rêhevalê dê dahurînêreke baş derbikeve. Kesayetên ku di têgîhiştinê de xwedî biryar in û ji bo vê her cureyê berxwedêriya qehremaniyê pêk bînin jê derdikevin û pêwîste mirov rûmetê bide vî tiştî. Pêwîste mirov bersiveke baş bide bîranîna vê hevalê. Ev kesayet û helwest wisa ye ku mirov ji rêzgirtinê zêdetir nikare tiştekî din bike.”
Hevala Bêrîtan bi tekoşina û şehadeta xwe nîrxeke herî mezin avakir. Li hember xiyanet û tasfiyeciyan bû bersiv. Taybet di pevajoyê xiyanêt û tasfiyê de ye bi çalakiya xwe ji bo herkesî şiyarbûnek avakir û edî bû ders ji bo herkesî. Rêbertî di pirtuka “Arteşbûna jinê” di 23’ê Tîrmehê 1993’an de jî wisa dibêje:
“Xebata me ya îro ji vê xebatê re hindek kûrahî da qezenckirin. Emê bixwazin ku bêtir bi şênberî gohdar bikin. Xwe di ber çavan re biborînin û pirs pêşxistinê berfirehî bikin. Bersîv bila misoger, encam wergirtî û bi taybetî jî di çonayetiya xizmeta perwerde û pratîkê de be. Di rabirdûyê
de çi bûye bila bibe, wire û xîreta pêkanîna xwe neşikînin. Ez dihizirim ku bi desteka me hunê karibin derketinên pêşketî çêbikin. Bi vê teşeyê layiqbûna bîranîna Berîtan (Gulnaz KARADAŞ) dikare pêk were.”
Bi layiqbûna bîranîna hevala Berîtan Rêber APO arteşbûna jin di 25‘ê Cotmehê di sala 1993 avakir û îro di qadên berxwedan, di şerê germ bi pêşengtiya gerîlayên YJA Starê berxwedanekê û tekoşinêke behempa li hember leşkerên û teqnîkên NATO’yê û silahên qedexekiri tê kirin. Rêbertî hêza jin ku di axa Kurdistanê de dihewinê di kûrahiyê de femkir û bi ked û tekoşina xwe jina ku di gel de herî zede hatiyê binxistin nû ve avakir. Rêbertî di pirtûka „Evîna Kurd“ de jî wisa dibêje:
„Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in. Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemiran in.“
Bi layikbûyina Rêbertî û azadiya gele Kurdistan û jiyana azad gelek jin bi fedaitî û lehengî şehîd ketin. Ev meh di 30‘ê salvagera avabûna arteşbûna jin di Kurdistanê ye û di vê mehê de gelek jin bi qehremantî şehîd ketin. Em wek ciwan û jinên ciwan bi kûrahî tekoşina wan, jiyana wan fembikin û xwedî wan derkevin û bi wî rengî rêya wan, tekoşîna wan bidominin.