MEXMÛR – Ji 5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku di roja şehîdbûna welatiyê ji Wargeha Mexmûrê Dilovan Îşlek şehîd bûyî de xwestin biçin pêşiya karwanê anîna cenaze ku ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, agahî nayên girtin û malbatên wan ji rewşa zarokên xwe bifikarin û dixwazin derbarê rewşa zarokên xwe de agahiyan bigirin.
Balafira dewleta Tirk ya dagirker ya li ser rêya Koyê ku wesayîteke sivîlên Wargeha Penberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir hedef û di encamê de welatiyê binavê Dilovan Îşlek şehîd bû û sê welatî jî birîndar bûn. Li ser vê yekê 5 Karkerên ji Wargeha Mexmûrê yên binavê Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş ku li Bexda dixebitîn, ber bi cihê bûyerê ve ketin rê û xwestin biçin tevlî karwanê anîna cenazeyê şehîd Diovan bibin, lê nuqteya kontrolê ya Bîrebas ya PDK’ê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê tên binçavkirin û radestî Asayişa Hewlêrê kirin.
Bi bîhistina binçavkirina 5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê, malbata wan bi lezgînî diçin nuqteya kontrole ya Bîrebas û pirsa aqûbeta zarokên xwe ji hêzên li nuqteya kontrolê ya PDK’ê kirin. Destpêkê hêzên PDK’ê înkar kirin ku zarokên wan binçavkirine lê bi israra malbatan îtiraf kirin ku her pênc karkerên ji aliyê wan ve hatine binçavkirin û radestî Asayişa Hewlêrê hatine kirin. Heta niha derbarê aqûbeta her pênc karkeran tu agahî nayên girtin û malbatên karkeran ji rewşa wan bifikarin.
Karkerên hatine girtin Mihemed Şirîn Avci bavê Mihemed Nûrî Avci ye û Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş jî birayên hevdû ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî du welatiyên ji Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û piştre her du welatî bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest dan: PDK’ê wê demê gotibû “wan bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.” Lewra malbatên karkeran dixwazin demildest agahî ji zarokên xwe bigirin û banga eşkerekirina agahiyên di derbarê zarokên xwe de li aliyên peywendîdar kirin.