KOBANÊ – Îro li Kobanê bi dehan jinên ciwan li hev civiyan û ji bo silavkirine ‘Pengava Azadiyê – JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ’ Kobanê çalakî li dar xistin. Di heman demê de agir bi axê û fîgurekî bi gotina APO hate pêxistin û bi dehan kesên tevlî çalakiyê bibûn dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” berz kirin.