ŞEHBA – Endamê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Herema Efrîn û Şehba Xalite jî bi ajansa Nûçe Ciwan li ser komployê navnetewî û beşdarbûna tevgerên ciwanan ên Şehba ya hemleyê “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” axivî.
“Navê min Xalite ye, ez endamê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Herema Efrîn û Şehba me. Ev meh ji bo me mehekî girîng bû. Di vê mehê de komployekî bi destên hemû dewletên navnetewî li ser Rêber Apo hat meşandin. Belkî gelê me ev komplo tenê girêdayî dewleta Tirk dibîne, lê destê hemû dewletên din jî tê de hene. Di vê mehê de hemû çalakîyên me û xebatên me ji bo Rêber Apo û li dijî komployê bûn. Ev komplo li ser şaxsê Rêber Apo bi taybet hat meşandin, lê li dijî tevahî gelê kurd e. Li ser vê esasê ji herema Şehba jî, wek Ciwanên Efrînê, em bi vê hemlê rabûn ji bo perwede kirina ciwanan û perwede kirina gel. Em xwe digihînin her ciwanekî, wî perwerde dikin, ji şerê taybet durdixin û rastîya vê komployê li tevahî gel û ciwanan didin nasîn.”